Ana SayfaJINLîstikvan 'Alîdosî' Ku Piştgîrî Dide Xwepêşandanên li Îranê Hat Girtin

Lîstikvan ‘Alîdosî’ Ku Piştgîrî Dide Xwepêşandanên li Îranê Hat Girtin

Ajansa nûçeyan Tasnim ragihand, Tarana Alidostî ji ber “weşandina gotarên derewîn û sexte û peydakirina ajawegêriyê” hat girtin.

Alîdostî bi rola xwe ya di fîlma 2016’an a Oscarê “The Salesman”de xelat stand bû, tê naskirin.

Yek ji nivîsên dawî yên Alîdostî li ser torên civakî ya 8ê Kanûnê ye, di heman rojê de ku Mohsen Şekarî yê 23 salî ji ber beşdarbûna di xwepêşandanan de ji aliyê rayedarên Îranê ve hat îdamkirin, nivîsek weşand.

Alîdostî li ser Instagramê nivîsî û arasteyî sacî û rxistinên mafên mirov kirbû û got “Bêdengiya we tê wateya piştgiriya we ya ji bo zext û zordaran. Hemû rêxistinên navneteweyî yên ku vê xwînê dibînin û tiştekî nakin, şerma mirovahiyê ye.”

Alîdostî ji salên ciwaniya xwe ve di sînemaya Îranê de lîstikvanek navdar e. Herî dawî wê di fîlma “Leila’s Brother” de lîst ku îsal di Festîvala Fîlman یa Cannesê de hat nîşandan.

Xwepêşandan li seranserî welatî bi mirina أîna Emînî ya 22 salî ku di bin çavdêriya polîsên exlaqî yên Îranê de jiyana xwe ji dest dabû dest pê kirin.

Alîdostî di nivîsa xwe de wiha got ” Bizain Jinên Îranî di çi rewş de derbas dibin” wê dîsan got ji bîr nekin û gel xwest ku “navê wî bêjin, belav bikin.”

Alîdostî di 9’ê Mijdarê de wêneyekî xwe yê bê hicab û kaxezek bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî.” Sloganên sereke yên xwepêşandanan weşand dibû.

Piştî sêdaredana Şekarî, Îranê roja 12ê Kanûna Yekem bi eşkereyî Mecîdreza Rehnewerdî yê 23 salî jî bi tawana beşdarbûna di xwepêşandanan de li sêdarê da.

9 kesên din jî, bi behaneya ku beşdarî xwepêşandanan bûne hatin girtin û cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Roja Sêşemê, saziya dadweriya Îranê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan ve bi hezaran kes hatine girtin, ji wan 400 kes bi zêdetirî 10 sal zîndanê hatine ceza kirin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights