Ana SayfaGIŞTÎLI WANÊ ÎŞKENCE LI SÊ ZAROKÊN DESTESERKIRÎ KIRINE

LI WANÊ ÎŞKENCE LI SÊ ZAROKÊN DESTESERKIRÎ KIRINE

Baroya Wanê ji bo zarokan gilî li gel dozgeriyê kiriye ku raporan jî aşkere kiriye, îşkence li wan hatiye kirin.

Li Wanê îşkence û pêkanînên nebaş li zarokan kirine ku 16ê Sibatê hatine desteserkirin û li Midûriyeta Zarokan a Emniyeta Wanê hatine girtin. Îşkenceya li ser zarokan hatiye raporkirin û Baroya Wanê ji bo vî tiştî giliyê failan li gel dozgeriyê kiriye.

Li gorî daxuyaniya baroya Wanê, Serok û rêveberên Baroyê, serok û endamên Komisyona Mafên Mirovan û ya Mafên Zarokan a Baroyê bi hev re çûne li Midûriyeta Zarokan, zarok dîtine. Hatiye diyarkirin ku sê zarokên desteserkirî beriya radestî Midûriyeta Zarokan bê kirin rastî îşkenceyê hatine û ev tişt di raporên doktoran de jî hatiye nivîsandin.

Di daxuyaniya Baroya Wanê de wiha hatiye gotin:

“Hevdîtin li gel wan zarokan hatiye kirin ku gotine ew rastî îşkence û pêkanînên xirab hatine. Çavdêrî li wî tiştî hatiye kirin ku zarok bi awayekî tirsnak birîndar bûne, rastî îşkence û pêkanînên xirab hatine. Piştî zabitname hatine nivîsandin, ji bo lêpirsînê veke serî li Serdozgeriya Komarî ya Wanê hatiye dayîn. (AO/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights