Ana SayfaCÎHANLi Ûgandayê 46 kes ji ber birçîbûnê mirine

Li Ûgandayê 46 kes ji ber birçîbûnê mirine

Li yek ji welatên Rojhilatê Afrîkayê, li Ûgandayê piştî hişkesaliya bi mehan dewam kir, 46 kes ji ber nebûna xurekan û di encamê de jî ji ber birçîbûnê mirine. 

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Parlamenterê Karamojayê Faith Nakutî ji rojnamegeran re gotiye, ji ber hişkesaliyê, li herêmê mirov ji neçarî û ji bo nemirin, gîhayan dixwin. 

Nakûtî diyar kiriye ku ji ber nebûna xurekan, mirov ji birçîbûnê dimirin: “Ji ber xelaya li herêma jêr a Karamojoyayê, heta 8ê Tîrmehê 46 kes mirin, 2 hezar û 181 kes jî li bendî mirinê ne.”

Her weha destnîşan kiriye ku, rayedar li bendê ne hikûmet bersivekê bide vê rewşê û ji bo malên bandoreke pir li wan bûye bikaribin ji xwe re xurekan bikirin, ew meaşên xwe xerc dikin. 

Nakûtî gotiye ku beriya hejmara miriyan zêdetir bibe, bila alîkarî bên şandin. 

Neteweyên Yekgirtî (NY) beriya niha bi mehekê daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku li Rojhilatê Afrîkayê wê hejmareke zêde zarok bimirin. (AS/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights