Ana SayfaGIŞTÎLi Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû

Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3’yemîn a Amedê teqîn çêbû

Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3’yemîn a Amedê ya li ser rêya Rihayê li kargeha Doguş Torna teqînek dijwar rû da. Hat zanîn ku teqîn ji ber tûpê oksîjenê pêk hatiye. Ji ber dijwariya teqînê li kargehê û li derdora kargehê 5 kes jê giran 10 kes birîndar bûne. 

Ekîbên Ambulans û AFAD’ê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndaran ji nav kavilên dikanê rakirin nexweşxaneyên li bajêr. 

Ji ber teqînê kargeh û wesayîtên li dar derdorê jî xesarek mezin dîtin. Piştî teqînê li dikanê lêkolîn û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. 

Walîtiya Amedê derbarê bûyerê ango teqînê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand ku teqîn ji ber tûpê li kargehê pêk hatiye û 5 kes jê giran 10 kes birîndar bûne û rakirine nexweşxanayan. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights