Ana SayfaGIŞTÎLI ŞINGALÊ DI DEMA XWEPÊŞANDANÊ DE ALOZÎ DERKET

LI ŞINGALÊ DI DEMA XWEPÊŞANDANÊ DE ALOZÎ DERKET

Li gorî nûçeya ANHAyê grubek alîgirên PKKê vê sibehê xwestine ku ber bi Xanesorê ve bimeşin.

Gurûba ku di destên wan de nivîs û sloganên li hemberî hikûmetê hebûn, ji niqteyên YBŞê derbas bûn, lê hêzên ewlehiyê yên girêdayî Pêşmerge rê neda derbasbûyîna grûbê. Li gorî nûçeya heman malperê di dema vê xwepêşandanê de alozî derketine kesek xwepêşender ya bi navê Nazê Nayif Qewal jiyana xwe jidest daye û derdora 10 xwepêşanderan jî birîndar bûne.

Her wiha li gorî nûçeya malpera Rûdawê jî berpirsek peşmergeyan Roj yê binavê Qadir Şêx Memî ji heman malperê re ragihandiye ku wan ji ber hesasiyeta mijarê talîmat dane peşmergeyên xwe ku bi tu awayî gule bernedin ser xwepêşenderan de. Lê Peşmergeyên li vê deverê guleyên plastîkî û xazên rondikrêj bi ser xwepêşenderan ve barandine.

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights