Ana SayfaCÎHANLI HELEBÊ ÊRIŞA BOMBEYÎ: 6 KUŞTÎ Û 32 BIRÎNDAR

LI HELEBÊ ÊRIŞA BOMBEYÎ: 6 KUŞTÎ Û 32 BIRÎNDAR

Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê êrişeke bombeyi pêk hat. Li gorî televîzyona dewletê ya Sûriyeyê di êrişê de herî kêm 6 kes hatin kuştin û 32 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya televîzyon a dewleta Sûriyeyê li herêma Salah-al-Din a bajarê Helebê êrişeke bombeyi bombeyi pêj hat û di encama êrişê de herî kem 6 kesî jiyana xwe ji dest da û 32 kes jî birîndar bûn.

Herêma ku êrişa bombeyî lê qewimî li rojavayê bajarê Helebê dikeve. Ev herêm berî ku têkeve destê artêşa Sûriyeyê çepera dawî ya muxalifên çekdar bû.

Teqîna bombeyî li herêma Raşidîn a Helebê dema karên tehliyeyê dihate kirin pêk hat. 4 roj berê jî dîsa li herêma Raşîdîn dema sûriyeyî dihatin tahliyekirin êrişeke xwekujî pêk hatibû û di encamê de 60 jê zarok zêdetirî 126 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Muxalifên çekdar di 22ê Berfenbarê de rojhilatê bajarê Helebê terikandibûn û kontrola herêmê bi temamî ketibû destê artêşa Sûriyeyê.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights