Ana SayfaKURDISTANLi Belûçistanê ji bo piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hat lidarxistin

Li Belûçistanê ji bo piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hat lidarxistin

Îro piştî nimêja Înê ya li bajarên Zahidan, Serawan, Îranşehr, Xaş, Çabehar, xelkê Sîstan û Belûçistanê ji bo piştgiriya welatiyên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanek li dar xistin û dirûşmên wek “Kurd ne bi tenê ye, Belûç piştevanê wê ye” û “Kurdistan Kurdistan, em piştgiriya te dikin” hatin gotin.

Ünlü Beluci şahsiyet Mevlevi Abdülhamid, Doğu Kürdistan protestocularının Zahidan’da cuma namazı sırasında öldürülmesini bir kez daha eleştirdi.

Piştî nimêja Înê li bajarên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê xwepêşandan destpê kirin û li gor çavkaniyên herêmî û vîdeoyan, hêzên Îranê gule berdane xwepêşanderan.

Rêxistina Çalakvanên Belûç ragihand ku îro di xwepêşandanên Belûcistanê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Rêxistinê diyar kir ku li Zahidanê di gulebarana hêzên ewlehiyê yên Îranê de herî kêm 4 kes hatin kuştin û bêhtirî 10 kes birîndar bûn.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights