Ana SayfaKARKERLI BAJARÊ NAVENDA CEZÎBEYÊ 3 HEZAR Û 520 ESNAFEN ÎFLAS KIR

LI BAJARÊ NAVENDA CEZÎBEYÊ 3 HEZAR Û 520 ESNAFEN ÎFLAS KIR

Îktîdara AK Partiyê Bajarê Wanê wekî “Navenda Cazibeyê” hilbijart. Di sala 2013’an de jî piştî erdhejê Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan hatibû Wanê û soza rezemenî û avakirina 30 fabrîqeyan dabû gelê Wanê. Li “Navenda Cazîbeyê” fabrîqe hatin girtin û 3 hezar û 520 esnafan îflas kir.

 

Nîmet Olmez – dihaber 

Îktîdara AK Partiyê piştî erdheja Wanê ya 2011’an soza TOKÎ û fabrîqeyan da karsazên Wanê. Lê welatiyên ku xaniyên TOKÎ stendin poşman bûn. Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan di 2013’an de soza razemeniya fabrîqeyan da Waniyan. Rayedarên îktîdara AK Partiyê di sala 2016’an de jî Bajarê Wanê wekî “Navenda Cazîbeyê” hilbijart û diyar kirin ku dê Wanê bikin bajarekî pêşketî. Lê ji ber ku heta niha 4 sal derbas bûn hêj wezîrên AK Partiyêsoza xwe pêk neanî karsaz û esnafên Wanê bertekên xwe anîn ziman.

NAVENDA BAZIRKANIYÊ KIRIN NAVENDA BETALIYÊ

Li bajarê ku wekî “Navenda Cezîbeyê” hat hilbijartin bi salan e bûye navenda betalî, xizaniyê û xizmeta rê, tenduristî û perwerdehiyê nayê dayîn. Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan ku di sala 2013’an de soza razemenî, kar û bazirgangiyê da esnaf û karsazan, 4 sal derbas bûn, lê tu gav neavêtiye. Wezîr Çaglayan soza 30 fabrîqeşan û krediya razemeniyê ji bo 298 karsazan da. Lê heta niha tu soz pêk nehatiye.”

Hikûmeta ku piştî erdhejê 16 hezar û 343 xaniyên TOKÎ da welatiyan, konûtên ku ava kirin kirin çavkaniya bazirganiyê û konut bi taksîtan firotin welatiyan. 6 sal di ser erdhejê re derbas bû, lê pirsgirêkên binesaziya bajar nehat çareserkirin. Her çend avahiyên TOKÎ ji bo erdhejzedeyan hatibe avakirin jî welatiyên mexdûr bi pereyên xwe xanî kirîn.

Wezîrên AK Partiyê, bi destê Odeya Bazirganiyê ya Wanê (VATSO) û Îdareya Taybet a Bajar di çarçoveya “Projeya Navenda Cazibeyê” bi xebata “Bajarê Tekstilê” ji bo 13 hezar kesan soza kar da. Her çend di sala 2011’de bingeha “Bajarê Tekstilê” hat avêtin jî piştî 4 salan di 2015’an de qediya. Serokê VATSO’yê Necdet Takva, di daxuyaniyek xwe de got “Hêj xebatên Bajare Tekstilê tam neqediya ye. Her çend 8 firmayan dest bi xebatên hilberîna tekstîlê kiribe jî hêj bi pirsgirêk in. Niha ne pêkan e ev xebat berdewam bike.”

FABRÎQEYÊN HEYÎ JÎ HATIN GIRTIN

Fabrîqeya Sumerbank a Çerm û Kundira ku salekê milyonek pêlav hildiberand û 624 karker lê dixebitîn û Fabrîqeya Hirî û Ta ku li Artemêtê hatibû avakirin, ketin halê girtinê. Fabrîqeya şîr û Fabrîqeya êm hatin firotin. Fabrîqeya goşt û masiyan a dewrî Şaredariya Tuşba ya AK Partiyê kirin 2 salin naxebite.

ESNAFAN DIKAN GIRT

Ji sala 2011’an heta niha bajarê ku bibe “Navenda Cazibeyê 3 hezar û 520 esnafan dikarin girt. Li gorî daneyên Odeya Esnaf û Sinhetkaran ji sala 2011’an heta niha 3 hezar û 520 esnafan îflas kiriye û kîlît li deriyê dikanên xwe xistine. Tenê di sala 2016’an de 486 esnafan dikanên xwe girtin.
Her çend AK Partiyê gelek soz dan jî di 15 salên xebatên xwe de projeyên TOKÎ, Navenda Zanistê, Otogara Nû, Hala Nûjen, Mazata sewalan, nîvco man. Serokwezîr Bînalî Yildirim di Kanûna 2016’an de li Amedê bernameya bajarên “Navenda Cazebîyê” aşkere kir Yildirim bajarê Wanê wekî 2’yemîn Navenda Cazîbe” hilbijart.

Ligel vê rewşê Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Wanê (Van OSB) Şemsettin Bozkurt îdîa kir ku sala 2017’an ji bo aboriya Tirkiye salek ronî û geş e. Bozkurt, parast ku ev krîza aborî dê zû derbas bibe û pêşeroja wan ronî ye.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights