Ana SayfaJINLi Afganistanê jinan qedexeya zanîngehê protesto kiriye: “Perwerdehî, mafê me ye”

Li Afganistanê jinan qedexeya zanîngehê protesto kiriye: “Perwerdehî, mafê me ye”

Li Afganistanê jinan qedexeya perwerdeya zanîngehê protesto kiriye. Hukumeta demkî a Talîbanê li zanîngehê xwendina jinan qedexe kiriye.

Talîbanê piştî 20 salan di Tebaxa 2021an de careke din rêveberiya welat girte destê xwe. Herweha êvara 20ê Kanûnê Pêşiyê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku “heta daxuyaniyeke din wan çûna zanîngehê li jinan qedexe kiriye”.

Li hember vê biryarê duh (21ê Kanûnê) gelek jin ji bo berdewamiya xwendina xwe ya zanîngehê çûne dibistanên xwe. Lê belê nobedarên li ber derî nehiştin jin bikevin hundir, ji wan re gotin ku heta “agahdariya duyemîn” ya Wezareta Xwendina Bilind li malê bisekinin.

Jinên li Taxa Teymeni ya paytext Kabîlê li cihekî girtî hatin cem hev, bi pankart û berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî biryarê dane.

Di meşê de pankartên, “Jinan azad bihêlin”, “Perwerde mafê me yê îslamî û qanûnî ye”, “We welat kir zindana jinan”, “Jin, wekhevî, azadî”, “Yên zana nezan ma wek hev in?” û  “Perwerde mafê me ye, zanist dirûşmeya me ye”.

Her wiha Tirkiye Wezîrên Karên Derve yên Awustralya, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Hollanda, Norwêc, Spanya, Swîsre, Îngilîstan û DYA û Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yên Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell bi daxuyaniyekê hevpar biryara Talîbanê şermezar kirine.

IIT, Erebîstana Siûdî, Qetar, Bahreyn û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (BAE) jî bang li rêveberiya Talîbanê kirin ku ji biryara ku hatiye girtin vegere.(SD/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights