Ana SayfaKURDISTANKurdên Sûrîyê Civîna Tehranê Çawa Dinirxînin?

Kurdên Sûrîyê Civîna Tehranê Çawa Dinirxînin?

Li gorî şopîneran civîna sê alî ya Tehranê bê encam bi dawî bû û Tirkîyê jibo destpêkirina operasyona xwe ya leşkerî li bakurê Sûrîyeyê çira kesk negirt.

Şopîner Dilbirîn Xelo dibêje ku jixwe hewlên serokmarê Turkîyê yên jibo bidestxistina ronîya kesk jibo destpêkirina operasyona xwe ya leşkerî li bakurê rojhilata Sûrîyê bi ser neketin.

“Îran û Rûsyayê destûr nedan Erdogan ku esmanê Sûrîyê di operasyona leşkerî de bi kar bîne û ew yek wê operasyona Tirkîyê heya astekê asteng bike,” Xelo got.

Li alîyekî din dema civîna sêqolî didomîya, şandeke Rûsî ya di bin pêşengîya ermandarê hêzên Rûsî li Sûrîyê, Aleksandr Chayko serdana Qamişlo kir û bi fermandarên Hêzên Sûrî yên Demokratîk (HSD) re civîya.

Ajansa North Press ji zarê çavkanîyekî haydar ragihand ku Chayko operasyoneke leşkerî ya Tirkîyê bi tundî red kiriye û ji HSDê xwestîye ku peywendîya xwe bi hikûmeta Sûrî re xurttir bike.

Hevdem, alîyên Sûrî û Tirkî li ser komkirina hêzên xwe yên leşkerî li bakurê Sûrîyê, li ser keleyên bakurê Helebê, li Minbic û Til Rifatê berdewam dikin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights