Ana SayfaKURDISTANKomên Çekdar Narkotîkê li Efrînê Belav Dikin

Komên Çekdar Narkotîkê li Efrînê Belav Dikin

Di vê derbarê de çalakvanên Kurd dibêjin ku komên çekdar madeyên hişbir weke alaveke şer bikar tînin, çi jibo destxistina pereyan yan tevlêkirina çekdarên nû.

Rojnamevan Nûrhat Hesen dîyar dike ku komên çekdar heşîşê li Efrînê diçînin û bi taybet li nahîyên Şîyê û Reco.

Hesen herwiha dor çêkirina libên kaptagonê ku cureyeke narkotîkê ye da zanîn ku: “Heft kargehên çêkirina narkotîkê li Efrînê hatine eşkere kirin, herî zêde komên bi navê Sultan Murad, El-Hemzat û Silêman Şah van karan dikin, navê serkirdeyên wan jî wiha ne, Fehîm Îsa, Sêf Ebû Bekir û Mihemed El-Casêm anku Ebû Emşa”.

Hesen ku mijarê ji nêz ve dişopîne bal kişand ku çekdarên “El-Ceyş El-Wetenî” ne tenê narkotîkê bikartînin anku vedixwin lê bazirganîya wan bi eşkereyî jî dikin li dermanxane û qehwexaneyan.

Hesen dor metirsîya vê yekê hişyarî da: “Komên çekdar hin ciwanên Kurd meraqî madeyên hişbir dikin, daku wan tevlî xwe bikin, ku ev yek bi berdewamî tê kirin”.

Hêjayî gotinê ye ku di çend salên borî de çêkirin û bazirganîya libên kaptagonê li herêmên jêr kontrola rêjîma Sûrî de pir belav bûye.

Herî dawî Ajansa Çapemenîya Fransî (AFP) di raportekê de eşkere kir ku, milîsên “El-Ceyş El-Wetenî” ku bi ser oposizyona Sûrî ve ye û girêdayî Tirkîyê ye, ligel “Firqeya Çarê” di artêşa rêjîma Sûrî de, bazirganîya libên kaptagonê dikin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights