Ana SayfaKURDISTANÎro heftemîn salvegera komkujiya DAIŞê ya li ser Kobanî ye

Îro heftemîn salvegera komkujiya DAIŞê ya li ser Kobanî ye

Li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser, di wê êrîşê de nêzîkî 233 kes şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.

15ê Îlona 2014an, çekdarên DAIŞê ji aliyên rojava, başûr û rojhilat ve, êrîşî ser Kobanî kir û 350 gundên wê dagir kirin, piştre girte ser navenda bajarê Kobanê.

Piştî 134 rojan ji şer û pevçûnên giran, 26ê Berfanbara 2015an jî, bi berevaniya Hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPGê, Yekîneyên Parastina Jinê YPJê û Hêza Pêşmerge ya ku çûbûne alîkariya wan, her wiha alîkariya ezmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, Kobanî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin.

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê (PDPKS), di heftemîn salvegera komkujiya DAIŞê li Kobaniyê de, bi daxuyaniyekê daxwaz ji hêzên xwedî bandor li Sûriyê kir ku ew rê li ber gef û êrîşên Tirkiyê bigirin. Di heman daxuyaniyê de daxwaza qerebûkirina malbatên qurbaniyan kir.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights