Ana SayfaSIYASETKiliçdaroglu Dibêje Ew Dixwazin bi Şamê re Dîyalogê Çêkin

Kiliçdaroglu Dibêje Ew Dixwazin bi Şamê re Dîyalogê Çêkin

Kiliçdaroglu li Kilisê ji rojnamevanan re got ku li Tirkîyê li gor hejmara fermî 3,6 mîlyon koçber hene, lê hejmara rastîn dora 4,5 mîlyon e.

Wî got ku ew dixwazin di 2 salan de koçberan vegerînin welatê wan, lê divê berê ew mal, rê, dibistan û nexweşxaneyên wan çêkin.

Serokê CHP’ê da zanîn ku ger ew werin desthilatê ewê bi rêvebirîya rêwa ya Sûrîyê re danûstandinê bikin û ewê balyozxaneyên Tirkîye û Surîyê jinûve vekin.

Karbidestên Partîya û Dad Pêşveçûnê (AKP), ku partîya li desthilatê ye, ew demek e bi awayekî erênî li danûstandina bi hikûmeta Sûrîyê re dinêre.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights