Ana SayfaKURDISTANRêveberiya Kerkûkê dixwaze malên Kurdên Kakeyî hilweşîne

Rêveberiya Kerkûkê dixwaze malên Kurdên Kakeyî hilweşîne

Malên li taxê bê tapo ne lê gelek ji wan xwedî destûra fermî ne û ev çend sal in av, elektrîk û bacên xwe didin.

Rêveberiya Kerkûkê ji şêniyên taxê re gotiye, ji ber projeya rê divê ew di demeke kurt de ji malên xwe derkevin.

Dewran Muqteda Ehmed ê şêniye taxê got “Xelkê ku li vir dijîn hejar in, ez bi xwe birîndarê teqînekê me û bavê min şehîd e ku hikûmet zevî bide ez li vir najîm.”

Şêniyekî din ê taxê Refîq Mensûr Kakeyî jî dibêje “Niştecihên taxa me ne li dijî projeyê ne, lê ne ku ew zerarê bibînin û bêne derxistin.’’

Proje dê bi dehan malên li qiraxên çemê Xaseyê wêran bike ku ji xeynî ava jêrxana Kerkûkê bêhtir tu tişt di wir de naçe.

Rêveberê Şaredariya Kerkûkê Ferîdûn Zengene û parlementera Kerkûkê Necwa Kakeyî serdana taxê kirin Ferîdûn Zengene got, ‘’Proje girêdayî fermangeha piran û rêyan e lê em ê hewl bidin ku çarçoveya vê projeyê kêm xaniyan bi xwe bigire.’’

Parlamenter Necwa Kakeyî jî anî ragihand “Em ê her li ser xetê bin ku rê ji aliyê din ê xaniyan bê çêkirin ku zerar negihêje xelkê.”

Kurdên Kakeyî li başûrê Kerkûkê dijîn. Di hilbijartinên vê dawiyê de Kurdan li wir parlementer derxistin û ji 12 parlementeran 6 jê Kurd in.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights