Ana SayfaGIŞTÎKEÇEK Û ZAROKEK ÊN KURDÊN ÊZIDÎ JÎ DESTÊ DAIŞ Ê REVIYAN (VÎDEO)

KEÇEK Û ZAROKEK ÊN KURDÊN ÊZIDÎ JÎ DESTÊ DAIŞ Ê REVIYAN (VÎDEO)

Du Kurdên Êzidî ji deverên bin kontrola DAIŞê li aliyê rastê yê bajarê Mûsilê reviyan û xwe gihandin sînorê hêzên pêşmerge.

Li gorî agahiyên Rûdawê, îşev keçek û zarokeka Kurdên Êzidî piştî ku karîne bi awayekê serkevtî ji destê çekdarên DAIŞê birevin, xwe gihandin sînorê di bin kontrola hêzên pêşmerge de û niha li cihekî ewle tên parastin.

Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî ragihand, yek ji wan kesên rizgarbûyî keçeke 25 salî ye û yek jî zarokek e ku tenê 6 sal temenê wê ye û li aliyê rastê yê bajarê Mûsilê di destê çekdarên DAIŞê de êxîsr bûne.

Keça 25 salî ya Kurda Êzidî ji Rûdawê re got, ku ew di mala çekdarekî DAIŞê li Taxa Meimûn a li aliyê rastê Mûsilê de hatibûn zîndanîkirin.

Wê keça Kurda Êzidî herwiha got, ku gelek keçên Kurdên Êzidî li taxên li aliyê rastê yê bajarê Mûsilê hene.

Wê keçê herwiha got: “Çekdarên DAIŞê, em weke Mertalên zindî di şer de bi kar dianîn”.

DAIŞê di dema êrişên xwe yên bo ser Şingalê û deverên din ên Kurdistanê, bi hezaran keç, jin û zarokên Êzidî êxsîr girtibûn û bi xwe re biribûn.

Bi gotina heman keça Kurda Êzidî, rewşa mirovî li aliyê rastê bajarê Mûsilê gelek xirab e û xwarin û vexwarin nîne.

Ji aliyekê din ve, operasyona kontrolkirina Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqê ve berdewam e. Herî dawî di 19ê Sibata 2017ê de, qonaxa sêyem a operasyona Mûsilê ji bo derxistina aliyê rastê yê bajarê Mûsilê hatiye destpêkirin.

RUDAW

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights