Ana SayfaJINKARKERÊN PIŞESAZIYÊ DI GREVÊ DE NE

KARKERÊN PIŞESAZIYÊ DI GREVÊ DE NE

Ev mehek e 60 karkerên Navenda Berhemanîna Pişesaziyê ya Mahabadê, ji ber pêk neanîna daxwazên wan, di grevê de ne.  

Li gorî gotina karkeran, di nav vê mehê de ti berpirsekî serdana wan nekiriye û heta niha jî greva wan bê encamp maye.

Hejmara karkerên ku di grevê de ne 60 kes in û ew dibêjin, “Ji ber sermayê hinek karker nexweş ketine.”

Piştî ku pişesaziya Mahabadê dane sermayeguzariya nû, beşek ji karkeran ji kar hatine derxistin. Karkerên ji kar hatine derxistin, bi armanca derbirîna nerazîbûna xwe dest bi grevê kirin.

Karker dibêjin, “Bi tevê ku me li dijî Navenda Pişesaziyê gilî tomar kir, meaşên me nayên dayîn.”

Ewan dellên: “sererray ewey ke skallayan tomar kirduwe, bellam kişt û sen’etî mhabad mûçekanyan pênadat”.

Sermayeguzariya nû beriya çend mehan soz dabû, ku daxwaza karkeran cîbicî bike lê heta niha wan jî soza xwe bicîh neaniye.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights