Ana SayfaGIŞTÎJİNÊN KU DİÇÛN PÎROZBAHİYA 8’Ê ADARÊ QEZAKİRİN: 6 MİRÎ 35 BİRÎNDAR

JİNÊN KU DİÇÛN PÎROZBAHİYA 8’Ê ADARÊ QEZAKİRİN: 6 MİRÎ 35 BİRÎNDAR

Otobûsa ku endamên Sendîkaya Turk Metal têde bûn û ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê diçûn Enqereyê qeza kirin. Di qezayê de 6 jinan jiyana xwe ji dest da 35 jin jî birîndar bûn.

Otobûsa bi plakaya 16 KT 064 ku endamên Sendîkaya Turk Metalê hildigirt li ser rêya di navbera Bursa û Enqereyê de qûlîbî. Li gorî agahiyên ewîl 6 kes jiyana xwe ji dest dane û 35 kes jî birîndar bûne. Gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hat kirin. Koma agirkûjê ku li cihê bûyerê dixebitin kesên dibin otobûsê de derxist û 35 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê,

Hat hînbûn ku endamên Sendîkaya Turk Metalê yên di otobûsê de ji bo tevlî şahiya 8’ê Adarê bibin diçûn Enqereyê

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights