Ana SayfaCIWANJibo Zarokên Efrînî yên Derbider Projeyeke Hînkirinê

Jibo Zarokên Efrînî yên Derbider Projeyeke Hînkirinê

Yekîtîya Rewşenbîrên Efrînê, Heyva Sor ya Kurd û Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Efrînê, bi hev re projeyeke hînkirina zarokên Efrînî yên derbider destpê kirin.

Projeya ku bi navê (Zarokên me Paşeroja Me Ne) li xwendingehên penageha Şehba bi rê ve diçe, tê de zarok dor mijarên civakî, saxlemtendirustî û çandî tên hîn kirin, herwiha hişyarî dor xeterîya bermahîyên şer jî tê dayîn.

Li gor rêvebirên projeyê, wan xwestiye bandora şer li ser zarokan kêm bikin ku ew herî zêde zerarmend in, loma bi rêya vê projeya hînkirinê ew agahîyên girîng didin zarokan.

Koma hînkirinê di projeyê de bi rê û rêbazên cuda agahîyan bi şagirtan re parve dikin, tevî mamostyan dibin û bi wêne, şîrovekirin û sketşan, hişyarîyê pêşkêşî zarokan dikin.

Projeya hînkirinê dê li xwendingehên kampan û yên gundan jî bigere, her heftîyekê li derekê, herwiha li gor derfetan pêkan e derveyî xwendingehan jî çalakîyan pêşkêşî zarokan bike.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku pirtir ji 16 hezar zarokên Efrînî yên derbider li penageha Şehba dixwînin û jiber şer, dorpêçkirin û binesazîya rûxandî rûbirûyê dijwarîyan dibin.

Denge Amerîka

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights