Ana SayfaJIYAN"Ji sala 2004an ve zêdetirî 50 hezar kes di rêyên koçberiyê de...

“Ji sala 2004an ve zêdetirî 50 hezar kes di rêyên koçberiyê de mirine”

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de kar dike, rapora ku di çarçoveya Projeya Koçberên Windabûyî de amade kiribû duh (23ê Çiriya Paşiyê) bi raya giştî ya navneteweyî re parve kiriye.

Di rapora IOMê ya derbarê kesên di rêya koçberiyê de mirine derketiye holê ku ji sala 2014an û vir ve zêdeyî 50 hezar kes di rêyên koçberiyê de mirine.

Li gorî raporê herî kêm 25 hezar û 104 penaber dema hewldane bi rêya Deryaya Spî derbasî Ewropayê bibin, mirine.

Her weha ji 50 hezar kesên ku di rêyên koçberiyê de mirine, jê 30 hezar kes diyar nebûye ku hemwelatiyê kîjan welatî ne.

Nêzîkî 9 hezar penaber ji Afrîkayê, 6 hezar û 500 ji Asyayê û 3 hezar jî ji welatên Amerîkayê hatine.

Li gorî daneyên IOMê parve kiriye piraniya kesên di rêyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane welatiyên Afganîstan, Sûriye û Myanmarê ne.

Li gorî vê yekê ji sala 2014an û vir ve hezar û 795 Afganî, hezar û 467 Myanmarî û hezar û 118 welatiyên Sûriyê li ser rêyên koçberiyê mirine.

Li gorî raporê ji 6 hezar û 500 penaber li Asyayê mirine û ji sedî 11ê wan zarok bûne.(SD/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights