Ana SayfaGIŞTÎJi ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin

Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin

 Derbarê 20 jinên ku 5 sal berê di çalakiya 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin, doz hat vekirin. Doza hatiye vekirin xwe disipêre delîlên trajkomîk ên wekî li ber çepikan berzkirina dirûşman. 

Li Rihayê, di 5’ê Adara 2017’an de jinan xwestibû di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de meşekê li dar bixin. Polîsan êriş biribû ser meşê û 21 jin binçav kiribûn. Piştî 5 salan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê derbarê 20 kesan de bi îdiaya “astengkirina peywira peywirdaran” û “civîn û xwepêşandanên dijî qanûnê” îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Asliye ya 2’yan a Rihayê jî îdianame qebûl kir. 

Sûcên di îdianameyê de sûcine trajîkomîk in. Dowîza li ser bi tirkî “Batsin bu dunya bîz yenîden kurariz” nivîsandî ya Çîgdem Dehşetê hilgirtiye, wekî delîl hatiye hesibandin. Her wiha berzkirina dirûşmeya “Çewisandin nikarin me bitepisînin” a ji aliyê Zehra Ocalan, Emîne Çetîner û Hacer Çaganê hatiye berzkirin û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” ên ji aliyê Meral Ceylan, Hazar Kaçar, Yasemîn Kiliç, Leyla Mumîn û Eylem Salar jî hatine berzkirin ji bo sûc wekî delîl hatine hesibandin. 

Daxuyaniya bi mîkrofonê ya ji aliyê Dîlek Çakirtaşê ve hatiye dayin û dîsa berzkirina dirûşmeya “Li dijî faşîzmê mil bi mil” a ji aliyê Çakirtaşê û di dema berzkirina dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” de cihgirtina di nava girseyê de ya Dayika Aştiyê Hadle Ogûr wekî delîlên sûc hatine hesibandin. Her wiha ji ber ku Ferîde Polat, Derya Yildirim Şeker, Adalet Çay, Hanim Yavûzel û Mahmût Sezer di dema berzkirina dirûşmeyan de li çepikan xistine, çepiklêxistina wan sûc hatiye hesibandin. 

Ji xeynî vê ji ber ku Rûken Kilinç di dema berzkirina dirûşmeyan de li çepikan xistiye, çepiklêxistina wê jî delîl hatiye hesibandin û hatiye angaştkirin ku Kilinçê heqaret li polîsan kiriye û kulm avêtiye wan. Hatiye îdiakirin ku Leyla Sezenê jî “heqaret” li polîsan kiriye. 

Danişîna ewil a dozê dê di 6’ê Îlona 2022’yan de bê lidarxistin. 

MA / Mujdat Can

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights