Li Lubnanê jî di êrîşên cuda yên Îsraîlê de, pêşkêşkera Sawt Al-Farahê Dayekh û nûçegihan û pêşkêşkera Al-Manar TV û Radyoya Al-Nourê Xelîl hatin kuştin.
Ev kuştin, çend saet piştî ragihandina agirbesta di navbera Îran, Îsraîl û DYAyê de, di dema bombebarana dijwar a Îsraîlê ya li seranserê Lubnanê de pêk hatin. Tevî ragihandina agirbestê, Îsraîlê di nava çend xulekan de zêdetirî 100 êrîş pêk anîn.
Îsraîl bi awayekî sîstematîk rojnamegeran dike armanc
Kuştina Mihemed Semîr Waşah, Ghada Dayekh û Suzan Xelîl parçeyek ji hedefgirtina sîstematîk a Îsraîlê ya li dijî xebatkarên medyayê ye.

Li gorî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), şerê ku Îsraîl li Xezeyê dimeşîne, ji bo rojnamegeran di asta cîhanê de serdema herî bi xwîn e ku heta niha hatiye tomarkirin.
Li gorî belgeyên CPJê, ji Cotmeha 2023yan û vir ve hejmara rojnamegerên hatine kuştin bi kêmanî gihîştiye 260î. Ji 28ê Sibata 2026an û vir ve, wate ji destpêka şerê Îranê ve, tenê li Lubnanê hejmara windahiyan gihîştiye 7an.
(HA/AY)
Çavkanî: bianet
