Ana SayfaCÎHANÎSRAÎLÊ BI HÊZÊN BEJAYÎ, ASMANÎ Û DERYAYÎ ÊRÎŞÎ GAZZEYÊ KIRIYE

ÎSRAÎLÊ BI HÊZÊN BEJAYÎ, ASMANÎ Û DERYAYÎ ÊRÎŞÎ GAZZEYÊ KIRIYE

Artêşa Îsraîlê bi hêzên wxe yên bejayî, asmanî û deryayî êrîşî Gazzeyê kiriye. Ji 10ê Gulanê, roja destpêka êrîşên Îsraîlê heta niha 119 kes mirine.

Piştî Îsraîlê aşkere kir ku wan operasyona bejayî daye destpêkirin, Artêşa Îsraîlê bi hêzên bejayî, asmanî û deryayî êrîş birine ser bakurê Gazzeyê.

Artêşa Îsraîlê herêmên rojhilat û rojavayê bakurê Gazzeyê topbaran û bombebaran kirine.

Ji ber êrîşan li vê herêmê elektrîk qut bûye. Piştî êrîşên Îsraîlê gelek ambulans û ekîbên parastina sivîlan çûne cihên bombebarankirî.

Piştî 2 saetan careke din êrîş kirine

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê bombebaran di saetên şevê de destpê kiriye. Piştî ku Artêşa Îsraîlê du saet navber daye, bombebaranê careke din destpê kiriye.

Di dema êrîşa dawiyê de balafirên şerî, kargeheke hesinçêkirinê û hin xalên din ên li Taxa Zeytûnê bombebaran kirine.

109 kes mirine

Ji 10ê Gulanê, roja destpêka êrîşan heta niha li Gazzeyê 28 jê zarok, 15 jin 119 kes mirine. 621 kes jî birîndar bûne.

KENY wê careke din kom bibe

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî (KENY) piştî rageşiya di navbera Îsraîl û Filistînê de zêde bûye, biryar daye ku roja yekşemê bicive.

DYA li dijî kombûna KENYyê ya roja înê derketibû, lê piştî rageşî zêde bûye endamên Konseyê di civîna roja yekşemê de li hev kiriye.

Çîn, serokê demkî yê meha gulanê yê KENYyê û Norveç û Tûnûs, endamên demkî yên KENYyê gotibûn ku bila Konsey roja înê kom bibe. Lê DYAyê gotibû ku civîn “wê bandorê li hewldanên kêmkirina rageşiyê neke” û newxestibû civîn pêk were.

Konsey vê heftê du caran kom bû lê ji ber nerazîbûnên DYAyê ti gav neavêtibû. (TP/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights