Ana SayfaJINÎRO ‘CEJNA ÇILEYE ZIVISTANÊ’YA KURDÊN ÊZIDÎ YE

ÎRO ‘CEJNA ÇILEYE ZIVISTANÊ’YA KURDÊN ÊZIDÎ YE

Cejna Çileya Zivistanê ya kurdên êzdî hersal di 2yê meha sibatê de li gorî salnameya zayînî li Perestgeha Laleşê dihate pîrozkirin, lê piştî derketina DAIŞê ev 3 sal e, kurdên êzidî cejnên ku keyf têde ne rêrûresmên keyfxweşî hatîne ragirtin.

Kesatiyên kurdên êzidî dibêjin her dema ku kesên destê DAIŞê de hatin rizgarkirin ew ji wan re dê bibe cejna herî mezin.

Xelîl Sevo, xelkê devera Şingalê ye lê piştî hatna DAIŞê ji sala 2014an ve  li kampa Êsyan koçber e, ew dizane ku Cejna Çileya Zivistanê ye, lê ji ber ku hê jî beşek ji kesûkarîn wî di destê DAIŞê de mane çi berhevî nekiriye.

Seov ji Rûdawê re wiha got: “Hê jî gelek keçên êzidî di destê DAIŞê de li Mûsil, Reqa, Telafer mane. Penc keçên me di destê DAIŞê de bûn 3 hatin rizgarkirin lê hê jî 2 mane.”

Ji 550 hezar kurdên êzidî li Başûrê Kurdistanê nêzîkî 400 hezar ji wan koçber bûne, ku rêja nêzîkî ji sedî 72yê ye, lewma kesatiyên ayinî li Perestgeha Laleş biryar dan ku îsal jî rêûrêsmên keyfxweşiya lidar nexin.

Kesatiyê olî Baba Çawîş jî wiha got: “Her kesek dizanê çi bi serê êzidiyan di destê van kafiran de ye. Bo xatirê wan û yên di bin van çadiran de 3 salin me çi cejnên keyfxweşî têde ne rêûremên keyfxweşiyê lidar nexistine.

Cejna Çileya Zivistanê yek ji wan cejnên rêwresmên wê li Perestgeha Laleş dihêne gêran.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights