Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊÎran Dibêje di Agirê Zindana Evîn de 8 Kes Mirine

Îran Dibêje di Agirê Zindana Evîn de 8 Kes Mirine

Agirê di nav zindanê de roja Şemîyê çê bû û li gor medyaya dewleta Îranê piştî çend demjimêran hate vemirandin bêyî ku ti girtî ji zindanê birevin.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanekîyê got ku ew raportên derheqa zindana Evîn dişopînin.

“Peywendîya me bi Swîsra re heye, wekî welatê ku nûnertîya me li wir dike. Îran bi tevahî berpirs e hember ewlekarîya welatîyên me ku bê sûc hatine girtin û divê demûdest werin berdan,” wezaretê got.

Di nav girtîyên zindana Evîn de hinek hemwelatîyên Amerîkî yên bi eslê xwe Îranî jî hene.

Rêxistinên mafên mirov desthilatdarên Îranê bi wê yekê tawanbar dikin ku ew binpêkirinan li dijî girtîyan pêk tîne. Girtîgeh wekî cihê serekî yê zindankirina çalakvanên sîyasî tê zanîn.

Ev bûyer di demekê de hate ku xwepêşandanên dijî hikûmetê piştî kuştina keça Kurd Jîna Amînî ketin hefteya xwe ya pêncan.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights