Ana SayfaCÎHANLi Îranê Desteserkirina Welatîyên Bîyanî Didome

Li Îranê Desteserkirina Welatîyên Bîyanî Didome

Wezaretê ragihand ku balyozxaneya Îspanya ya li Tehranê dozê dişopîne û bi malbata Baneyra ya ya 24 salî re di têkilîyê de ye, lê hûrgulîyên zêdetir neda.

Wezaretê herwiha da zanîn ku Baneyra welatîya duyê ya Îspanî ye ku di nava mehekê de li Îranê hatiye girtin.

Karbidestan ragihand ku balyozxaneya wan ya li Tehranê hevdem doza welatîyê Îspanî Santiago Sanchez jî dişopînin, ku dema ew ji Madrîdê bo Kupaya Cîhanî ya FIFA 2022 diçû Qatarê, meha borî li Îranê hatiye girtin.

Wezareta Derve dîyar kir ku dîplomatên Îspanî derbarê Sanchez 41 yê salî de têkilîyên xwe bi karbidestên Îranî re di didomînin.

Ji alîyê din, Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni jî îro Pencşemê ragihand ku jineke Îtalî, ku hefteya borî li Îranê di nav xwepêşandanan de hatibû desteser kirin, hatiye berdan.

Serokwezîr Giorgia Meloni îro li Roma got ku welatîya Îtalî Alessia Piperno hatiye berdan û ew vedigere mala xwe.

Medya Îtalya dibêje ku Piperno jiber parvekirina postên ser medya civakî hatibû girtin, ku jiber piştgirîya protestoyên ser kuştina jina ciwan ya Kurd Jîna Mahsa Emînî ya 22 salî destpê kiribûn.

Li Îranê xwepêşandanên bi daxwaza têkçûna Komara Îslamî û azadîyên bingehin, ku di 16’ê Îlonê piştî Jîna Emînî destpê kiribûn, bi meşên girseyî li kolanên gelek bajar, bajor, zanîngeh, dibistan, kargeh û navendan bênavber didomin.

Li gor Bizavkarên Mafên Mirovan li Îranê, ji destpêka xwepêşandanan vir ve herî kêm 328 kes hatine kuştin û herwiha 14 hezar û 825 kesên din jî hatine girtin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights