Ana SayfaÇAND HUNERHunermendê navdar ê Kurd Şehram Nazirî birin nexweşxaneyê

Hunermendê navdar ê Kurd Şehram Nazirî birin nexweşxaneyê

Li gor nûçeya Ajansa Muzîkê ya Îranê, hunermendê navdar ê Kurd, Şehram Nazirî ku xelkê bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û li Îranê û di qada hunerê ya cîhanê de jî gelek nav û dengê wî heye ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneya Tehranê û li wê derê tê dermankirin.

Hunermendê navdar di sala 2017an de ji ber nexweşiya pişikê li nexweşxaneyê hatibû dermankirin û piştî dermankirina çend rojan hatibû derxistin.

Nazirî 16ê Gulana 2022yab di merasimekê de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû xelatkirin û Madalyaya Zêrîn a Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê pêşkêşî wî hatibû kirin.

Hunermend Kurd jî di merasîmê de gotarek pêşkêş kiribû û kêfxweşiya xwe nîşan dabû ku li Herêma Kurdistanê hatiye xelatkirin.

Şehram Nazirî gotibû, ew pir dilxweşe ku îro li Kurdisanê rêz li wî hatiye girtin û diyar kir, wî li her cihekê kareke hunerî kiribe, hewl daye ku hunera resen a Kurdî bide naskirin.

Nazirî herwiha gotibû, “Hûn hemû dizanin min li çendîn welatên cîhanê xelatên mezin wergirtine, lê belê ti yek ji wan wek vê xelatê nîne ku ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşkêşî min hat kirin.”

Şehram Nazirî kî ye

Şehram Nazirî sala 1949 li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê û di nav malbateke hunermend û hunerdost de ji dayik bûye. Pêşengê malbata wan di vî warê de Hacî Xanê Nazirî bûye ku mamostetiya piraniya hunermendên Kirmaşanê kiriye.

Şehram Nazirî xwediyê zêdeyî 40 albûman e û di sala 1949an de li parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Hostayê sêtarê ye lê tembûrê jî lêdixe. Ji bilî lêxistina muzîka klasîk a Fars û Kurdî Şehram mesnewiya Mewlanayî baş dizane.

Ew di 25ê Sibata 2006an de li bajarê San Diego ya Amerîkayê wekî Majorê San Diegoyê hat pejirandin.

Wezareta Çandê ya Fransayê ji bo berhemên wî di warê muzîkê de xelata Fransî ya herî mezin Legion d’Honneur ya şovalyetiyê da wî.

Yekîtiya Asya û Neteweyên Yekbûyî wî wekî “gencîneya çanda zindî” qebûl dikin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights