Ana SayfaGIŞTÎHSDÊ BAJARÊ TEBQAYÊ BI TEVAHÎ KONTROL KIR

HSDÊ BAJARÊ TEBQAYÊ BI TEVAHÎ KONTROL KIR

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bajarê Teba li rojavayê Reqayê bi tevahî kontrol kirin.

Li gorî zanyariyên ji Bakurê Sûriyê ve, îro çarşembiyê 10ê Gulanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştevaniya wan dike, bajarê Tebqa li bakurê Sûriyê bi tevahî ji destê DAIŞê derxistin û kontrol kirin.

Herwiha şervanên HSDê karîne ku kontrola Bendava Firatê jî, ku mezintirîn bendava li Sûriyê ye, bi tevahî bigirine destê xwe.

Kontrolkirina bajarê Reqayê li rojavayê bajarê Reqayê ku weke paytexta DAIŞê li Sûriyê tê naskirin, di çarçoveya tundtirkirina dorpêça li ser çekdarên DAIŞê di nava Reqayê de ye.

Girtina Tebqayê û Bendava Firatê di qonaxa çarem a operasyona HSDê ya ji bo rizgarkirina Reqayê ji destê DAIŞê de tê.

HSDê di 21ê Adarê de dest bi operasyona rizgarkirina Reqayê kiriye û heta niha 4 qonaxên vê operasyonê birêve biriye.

Amerîka û hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê piştgiriyê didin operasyona HSDê ya ji bo girtina Tebqa û Reqayê.

Firokeyên şer ên hvepeymanan ji bo piştgiriya şervanên HSDê, navend û binkeyên çekdarên DAIŞê li Reqayê bombebaran dikin.

Tê çaverêkirin, piştî kontrolkirina Tebqayê, di demekê nêzîk de operasyona girtina navenda bajarê Reqayê ji destê DAIŞê jî dest pê bike.

Pêşhatên nû li ser erdê li Sûriyê û pêşkevtinên HSDê di demekê de ne, ku duh Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagonê) piştrast kir, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara şandina çekên giran bo YPGê pesend kiriye.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights