Ana SayfaKURDISTANHRANA Dibêje Heta Niha 450 Xwepêşander li Îranê Hatine Kuştin

HRANA Dibêje Heta Niha 450 Xwepêşander li Îranê Hatine Kuştin

HRANA herwiha dibêje ku 60 endamên hêzên ewlekarî yên Îranê jî hatin kuştin û 18 hezar û 173 xwepêşander jî hatine girtin.

Xwepêşander ji hemû beşên civakê bi giştî daxwaza têkçûna Komara Îslamî, hilweşîna desthilata wê yên olî û azadîyên bingehîn dikin û hersa xwe bi piranî bi şewitandina wêneyên rêberê bilind Ayetullah Alî Xameneyî û û bi qerînên dijî wî dîyar dikin.

Serhildana ku didome bo desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê wek yek ji kêşeyên herî girîng ya ji destpêka şoreşa Îslamî ya sala 1979’an vir be ye.

Îran welatên biyanî û sixûrên wan bi azirandina xwepêşandanan tawanbar dike.
Berdevik Nasir Kenanî do Duşemê got ku di destê Îranê de delîl hene ku welatên Rojavayî beşdarî xwepêşandanan dibin.

Îranê heya niha ser hejmra xwepêşanderên hatine kuştin ti daxuyanîyeke fermî ranegihandîye.

Lê, cîgirê wezîrê derve Alî Bagherî Kanî bo cara yekê hejmara fermî ya kuştinên hêzên ewlehî yên Îranê dîyar kir û got ku 50 polîs mirine û bi sedan jî birîndar bûne.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights