Ana SayfaKURDISTANHêzên Îranê rêyên ber bi gora Jîna Emînî ve daxistin

Hêzên Îranê rêyên ber bi gora Jîna Emînî ve daxistin

Îro çileya canjidestdana keça Kurd Jîna (Mehsa) Emînî ye ku roja 13ê Îlona 2022an li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê ve hatibû desteserkirin û piştî ku rakiribûn nexweşxaneyê, di 16ê Îlona 2022an de canê xwe ji dest dabû.

Bi boneya 40mîn roja canjidestdana Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek bangewazî hatibûn dan ku di merasimên ji bo bîranîna wê keça Kurd de amade bibin û dest bi xwepêşandan û meşên nerazîbûnê bikin.

Hêzên emnî yên Îranê ji duh ve li navenda bajarê Seqizê belav bûne û li gor zanyariyên ji çalakvanan û çavkaniyên xwecihî, Seqiz bi tememî mîlîtarîze bûye. Hêzên emnî yên Îranê îro Çarşembê 26ê Cotmeha 2022an di 40mîn roja canjidestdana Jîna Emînî de rêyên sereke yên ber bi goristana bajarê Seqizê ve ku gora Jînayê lê ye, girtin.

Lê belê tevî girtina rêyan û derxistina astengiyan, hejmarek zêde ji xelkê Seqizê bi piyan ber bi goristanê ve meşiyane û bi hezaran kesan karîne xwe bigihînin Goristana Ayçî ya Seqizê û li ser gora Jîna Emînî amade bûne.

Di hin dîmenên vîdyoyî de ku li ser torên civakî hatine belavkirin, xelkên li ser gorê amade bûne, li dijî desthilata Îranê dirûşman dibêjin.

Welatî dirûşmên wek, “Em hemû Jîna ne”, “Kurdistan Kurdistan, goristana faşîstan”, “Heta kurdek bimîne, Kurdistan jî dê bimîne”, “Em Komara Îslamî Naxwazin” û “Jin, Jiyan, Azadî” dibêjin.

Li aliyekî din li hin bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê wek nîşandana nerazîbûnê dikan û bazar girtî ne.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, îro li bajarên Sine, Seqiz, Bane, Kamyaran, Merîwan, Dîwandere, Mihabad, Bokan, û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê piraniya dikan û bazar girtî ne.

Amadebûna xelkê li ser gora Jîna Emînî di çileya canjidestdana wê de, di demekê de ye ku ajansa fermî ya Îranê IRNA şeva bihorî li ser navê malbata Jînayê dauxyaniyek belav kiribû ku têde hatibû gotin, di çileya Jînayê de ti merasim nayên lidarxistin. Lê belê kesekî nêzîk malbata Jîna Emînî paşê red kir ku malbatê daxuyaniyek wisa dabe.

Li aliyekî din, îro hemû dibsitan, zanîngeh û navendên xwendinê li parêzgeha Sineyê bi biryara hikûmeta Îranê hatine daxistin. Parêzgariya Sineyê û rêveberiya perwerdeya wê parêzgehê ragihandine ku ji ber belavbûna nexweşiya şewba anfluanzayê navendên xwendinê hatine girtin, lê belê rêxistinên mafên mirovan û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, hikûmetê ew biryar daye daku xwendekarên dibistanan û zanîngehan di çileya canjidestdana Jîna Emînî de tevli xwepêşandanên nerazîbûnê nebin.

Jîna Emînî di 13ê Îlona 2022an de li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê ve hatibû desteserkirin û bo navendeke polîs li cadeya Wezîran hatibû veguhastin. Ji ber sedemeke nediyar tendirustiya Jîanyê li wê binkeya polîs têk diçe û wê radikin nexweşxaneya Kesra ya Tehranê, lê piştî 3 rojan di 16ê Îlonê de canê xwe ji dest da û di 17ê Îlonê de termê wê li Goristana Ayçî ya Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê hat veşartin.

Malbata wê dibêjin, di dema desteserkirinê de polîsan li keça wan xistiye û bi wê sedemê canê xwe ji dest daye. Lê hikûmeta Îranê û pizîşkiya dadê ya Îranê ew yek red kirine û dibêje, Jînayê berê nexweşî hebûye û ji ber wê sedemê canê xwe ji dest daye.

Lê pisporê pizîşkiya dadê yê li Şîrazê Dr. Mêhran Fereydûnî berî du rojan di axaftinekê de ragihandiye, ew wek pizîşkên dadê bi ti awayî daxuyaniya fermî ya sedema canjidestdana Jîna Emînî qebûl nakin.

Rûdaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights