Ana SayfaGIŞTÎ'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’

‘Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’

Dayikên Şemiyê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Dayikên Şemiyê di hefteya 834’emîn de çalakiya xwe ya li aqûbeta windayan digerin û dixwazin ku kujer werin cezakirin li dar xistin. Dayikan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal li dar xist. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li kujerên Ridvan Karakoç (34) ê di 15’ê sibata 1995’an de li Stenbolê di binçavan de bi îşkenceyê hat qetilkirin û piştî 110 rojan cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Ataşehîrê hat dîtin pirsîn. 

‘HEZAR SAL JÎ DERBAS BIBE EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’

Hasan Karakoç ê birayê Ridvan Karakoç axivî û diyar kir ku 27 sal in têkoşîna wan edaletê berdewam dike. Karakoç anî ziman ku kekê wî 27 sal berê bi îşkenceyê hatiye qetilkirn û ew wek malbatê bi israr lê geriyane û di goristana bêkesan de dîtine. Karakoç wiha got: “27 sal em li kujerê kekê min digerin. Em li edaletê digerin û têkoşîna me didome lê 27 sal in dosye li dozgeriyê sekinandî ye. Derbarê tu kesî de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Dozgerên li dosyeya me dinêrin her tim tên guhertin. Ev 27 sal in em li Qada Galatasarayê li edaletê digerin. Têkoşîna edaletê ku me ji dê û bavên xwe dewr girt, em ê teslîmî zarok û neviyên xwe bikin. Heta ku hemû berpirsiyar werin darizandin, winda werin dîtin dê têkoşîna me bidome. Vê têkoşîna ku em li ser navê mirovahiyê dikin hezar sal jî di ser re derbas bibe dê bidome. Em ê qet dev ji xwesteka edaletê bernedin.” 

DOSYE LI REFIKÊN GEMAR GIRTÎ YE 

Parêzera Karakoç, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî axivî û behsa bûyerê kir û destnîşan kir ku 27 sal in dosyeya Karakoç li Dozgeriya Beykozê di wan refên gemargirtî de tê sekinandin. 

‘KUJERAN CEZA BIKIN’ 

Metna daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Bêrîvan Dogan xwend û bertek nîşanî polîtîkaya bêceza hiştinê da û got ew ê dest ji daxwazên xwe bernedin. Dogan anî ziman ku divê kujer û berpirsiyar tavilê werin dîtin û cezakirin. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights