Ana SayfaGIŞTÎHEMÛ PARTIYÊN KURDAN: DEWLETA TIRK DIXWAZE KURD NEBIN XWEDÎ STATU

HEMÛ PARTIYÊN KURDAN: DEWLETA TIRK DIXWAZE KURD NEBIN XWEDÎ STATU

Li Amedê hinek partî û saziyên kurdî derbarê êrîşa artêşa Tirk a li dijî Efrînê de daxuyaniyek hevpar da û got, “Em weke partî, sazî û rêxistinên Ķurdistanî van êrîşan red dikin û dizanin ku ev êrîş tenê ne li hemberî Efrîn, an jî hin Kurdan e, li hemberî tevahiya Kurdan e û tê xwestin ku Kurd li herêmê nebin xwedî statuyekê.”

Li Amedê sazî û partiyên kurdî yên weke Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), HDP û DBPê derbarê êrîşa artêşa tirk a li dijî Efrînê daxuyaniyek hevpar da. Li ser navê sazî û partîyan Serokê OSPê Sinan Çiftyurek axivî û got “Dewleta Tirk bi salan e li Tirkiyeyê, niha jî li ser sê parçeyên Kurdistanê li hemberî Kurdan şerekî dijwar û bêpergal dimeşîne. Hedefa vî şerî pêşîlêgirtina azadî, rizgarî, serxwebûn û xwebirêvebirina Kurdan a li Kurdistanê ye. Divê bê zanîn ku ev êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê jî perçeyekî vê siyaseta tunekirina Kurdan e.”

‘EV ÊRÎŞ LI HEMBERÎ HEMÛ KURDAN E’

Çiftyurek diyarkir ku ew weke partî û saziyên kurd wan êrîşan red dikin û wisa berdewam kir: “Em weke partî, sazî û rêxistinên Ķurdistanî van êrîşan red dikin û dizanin ku ev êrîş tenê ne li hemberî Efrîn, an jî hin Kurdan e, li hemberî tevahiya Kurdan e. Di vî şerî de sivil û zarok tên qetilkirin û axa me tê wêrankirin. Em ê bi tevahiya derfetên xwe li dijî van êrîşên ku li ser maf û azadiyên gelê me pêk tên, rawestin û têbikoşin. Em bang li hikûmeta AKPê dikin ku li vî welatî bi şer û pevçûnan û tunehesibandina kurdan heta niha ti pirsgirêk nehatine çareserkirin. Bi israrkirina van polîtîkayan jî xuya ye ku pirsgirêkên herêmê nehatine çareserkirin û nayên çareserkirin jî. Divê dewleta Tirk bi gelê Kurd û rayedarên gel û civakên li herêmê dijîn re bi rêyên diyalog û aştiyê pirsgirêkan çareser bike.”

‘NAXWAZIN KURD LI HERÊMÊ BIBIN XWEDÎ STATUYEK’

Çiftyurek di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman: “Desthilatdariya AKPê vê êrîşa li ser Efrînê wekî operasyoneke aştiyê bi nav dike û dixwaze raya giştî ya xwe û ya navneteweyî bixapîne. Her kes jî dizane ku di eslê xwe de ne wisa ye. Ev şerekî li hemberî destkeftiyên gelê Kurd e û dixwaze ku Kurd li herêmê nebin xwedî statuyekê. Di şerê li dijî DAIŞê de lehengiya şervanên Kurdistanê li seranserê cihanê, bi taybetî jî ji aliyê civak û dewletên Rojavayî ve hate pesinandin. Li ser vê esasê em bang li tevahiya civak, sazî, dewlet û kesên xwedî wîjdan dikin ku van êrîş û polîtîkayên hikûmeta AKPê yên dagirkeriyê rawestînin. Em li her çar parçeyan banga gelê Kurdistanê dikin ku çalakiyên demokratîk pek bînin.”

Sertaç Kayar / krd.sputniknews.com

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights