Ana SayfaGIŞTÎHELLO WASHINGTON BIRYARA AMERÎKA YA ÇEKDAYÎNA YPG'Ê ŞIROVE DIKE

HELLO WASHINGTON BIRYARA AMERÎKA YA ÇEKDAYÎNA YPG’Ê ŞIROVE DIKE

Roja Sêşemê 9î Gulanê Îdara serok Trump biryara biçekirina Kurdên Sûriye da, li gûr wê biryarê Amerîka dê çekên giran bide YPG’ê û Hêzên Sûriya Demokrat jibo rizgarkirina bajarê Reqa ji çekdarên DAIŞ’ê.

Vê biryarê li aliyekî Kurdên Sûriyê yên girêdayî TEV-DEM’ê û YPG’ê, herweha kêmaniyên li herêmê dimînin kêfxweş kirin, li aliyê din berpirsên dewleta Tirk ture kir û serok dewlet û serk hikûmetên Tirkiyê got ev biryar “nayê qebûlkirin”.

Bernama heftane “Hello Washington” pirsa vê çedayînê gotbêj û şirove kir, di gotûbêjan de birêz Sîhank Dîbo Şêwirmendê hevserokatiya PYD’ê ji Qamîşlo û birêz Fuad Onen ji Tirkiyê beşdar bûn.

Sîhanok Dîbo got”ev pêvajo û hevpariya bi Amerîka û Koalîsyona navnetewî ya şerê li dij DAIŞ’ê, dê Rojava bigehîne armanek siyasî jî”.

Herweha birêz Fûad Onen got “divê dewletên serdestên Kurdan rastiya milletê Kurd nas bikin û mafên wan nas bikin”, herweha got divê kurd di kongirek neterwî de, werin bahev û yekêtiya xwe pêk bînin.

dengeamerika.com



The code has been copied to your clip

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights