Ana SayfaSIYASETHeft rêxistinên mirovî karê xwe li Kampa Holê rawestandin

Heft rêxistinên mirovî karê xwe li Kampa Holê rawestandin

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, duh Pêncşembê 24ê Mijdara 2022 heft rêxistinên mirovî yên IRC, HI, Riliv, Kuba, el-Yemame, Merkez el-Selam û Save The Children, ji ber bordûmana firokeyên Tirkiye li ser kampa Holê karê xwe li nav wê kampê rawestandine.

Şeva 23ê Mijdarê firokeyên Tirkiyê Kampa Holê li rojhilatê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê bordûman kiribûn.

Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) ragihandiye, di encama bombebarana Tirkiyê bo ser Kampa Holê de 8 endamên asayîşa kampê canê xwe ji dest dabûn.

HSDê herwiha ragihandiye, firokeyên Tirkiyê 3 caran Kampa Holê ku malbatên çekdarên DAIŞê lê dimînin, bombebaran kirine. Li gor HSDê, Tirkiyê herwiha Zindana Çerkîn a li bajarê Qamişlo jî bombebaran kiriye ku çekdarên DAIŞê li wê derê girtî ne.

Pêştir Berirspê Ofîsa Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî gotibû, ji ber bombebaranên Tirkiyê yên bo ser Kampa Holê 6 kes ji malbatên çekdarên DAIŞê ji kampê reviyane, lê paşê hat ragihandin ku her 6 kes ji aliyê hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê ve hatine girtin.

Artêşa Tirkiyê ji roja Yekşembê 20ê Mijdarê ve operasyoneke nû bi navê Pence Şûr bo ser bingehên PKK û HSDê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan berî çend rojan ragihand, êrîşên bi firoke, dron û topan tenê destpêk e û ew dê di demeke guncav de êrîşa bejayî jî dest pê bikin.

Erdogan herwiha got, ew dê êrîşî Kobanî, Minbic û Til Rifetê bikin û wan herêman ji kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derxînin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights