Ana SayfaKURDISTANHDK û HDKI dê bi fermî yekbûna xwe ragihînin

HDK û HDKI dê bi fermî yekbûna xwe ragihînin

Roja Sêşema 2yê Tebaxa 2022an Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKI) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) yên Rojhilatê Kurdistanê ku baregehên wan ên sereke li Başûrê Kurdistanê ne, piştî 16 salên ji hev cudabûnê civiyan.

Cîgirê duyem ê Sekreterê Giştî û berpirsê lijneya diyalogê ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKI) Hemenezîf Qadirî ji Rûdawê re ragihand, di çarçoveya danûstandinan de proseya yekbûnê hatiye temamkirin û gihîştine çend xalên hevbeş ku her du alî jî piştgiriyê dikin.

“Yekbûneke zehmet lê hêvîbexş”

Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKI) Mistefa Hicrî proseya yekbûnê wek “zehmet” lê “hêvîbexş” bi nav kir û got, “Vê cudabûnê zirar daye yekîtiya xebata Hizba Demokrat û teqezî kiriye ku divê yekbûn berdêla cihêbûnê bide û hêzeke zêdetir bide tevgera Rojhilatê Kurdistanê.”

Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Xalid Ezîzî di civîna hevbeş de anî ziman, “Em rêzên xwe ji bo bihêzkirina pêgeha Kurd û pêngaveke bibandor di serkeftina têkoşîna neteweya me de bikin yek.”

Yekbûn dê kengê bi fermî were ragihandin?

Cîgirê duyem ê Sekreterê Giştî û berpirsê lijneya diyalogê ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKI) Hemenezîf Qadirî ji Rûdawê re ragihand, “Dibe ku di civîneke din de yekbûn bi awayekî protokolî were ragihandin û serkirdeyên her du aliyan xwe amade dikin. Niha ti xalên nakok nînin nemane.”

Cudabûna Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKI) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK)

Hizba Demokrat di 16ê Tebaxa 1945an de li Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê li ser bingeha Komeleya Jîyanewey Kurd (JK) hat damezrandin. Yekem rêberê hizbê Pêşewa Qazî Mihemed bû, piştî wî Ehmed Tofîq û Ebdulrehman Qasimlo bûn. Di destpêkê de bi navê Hizba Demokrata Kurdistanê hat damezrandin lê paşê navê xwe guhert û bû Hizba Demokrata Kurdistana Îranê.

Piştî kongreya 13emîn hizb ji ber cudahiya nêrînên rêveberiyê ji hev cuda bû û di 16ê Kanûna 2006ê de Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) di civîneke rojnamevaniyê de li Hewlêrê bi fermî cudabûna xwe ji Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKI) ragihand.

Piştî parçebûnê her du alî piştî çar salan yekem car li hev civiyan, piştre civîn derbasî asta polîtburoya siyasî û serkirdeyên her du aliyan bûn lê bê encam bûn.

RÛDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights