Ana SayfaGIŞTÎGÎZEM YERÎK JI BER PARVEKIRINÊN WÊ YÊN DI MEDYAYA CIVAKÎ DE HAT...

GÎZEM YERÎK JI BER PARVEKIRINÊN WÊ YÊN DI MEDYAYA CIVAKÎ DE HAT GIRTIN

Gîzem Yerîk ji ber parvekirinên wê hat girtin sê mehan di girtîgehê de ma. Ew hat berdan lê Dadgeha Bilind doza wê dewam kir, piştî salekê dadgehê biryara girtina wê da.

Dadgeha Bûrsayê ya Cezayên Giran a 2. ji ber parvekirinên Gîzem Yerîkê yên li ser medyaya civakî bi sûcên “heqareta li serokkomarî” û “propagandaya ji bo rêxistinê” biryara girtina wê da.

Gîzem Yerîk sê mehan di girtîgehê de ma. Dadgeha Bilind biryara girtina Yerîkê da û ew dîsa hat girtin.

Dadgeha Bilind bi sûcê “heqareta li serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan” 11 meh û 20 roj, bi sûcê “propagandakirina ji bo rêxistina terorî” 3 sal û 9 meh, bi temamî 4 sal 8 meh û 20 roj cezayê girtina Gîzemê Yerîkê da.

Gîzem Yerîk yek ji xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê ye. Polîsan ew di 3yê Gulanê de girt û bir Girtîgeha Yenîşehîrê ya Bûrsayê. (BK/MB)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights