Di serdema me ya dîjîtal de şer êdî ne tenê li ser sînorên fîzîkî, bi tevî vê di kûrahiya ziman, raman û hişmendiya civakî de tê meşandin. Armanca van operasyonên sîstematîk ne tenê guhertina nûçeyan, di heman demê de lawazkirina vîna polîtîk û dagirkirina hişê civakî ye. Bi taybetî di qada sîber a kurdî de pêleke êrîşan a organîzekirî rasterast raman û paradîgmaya birêz Ocalan dike hedef, da ku bingeha şoreşa zihnî ya gelê kurd bihejîne.
Ev êrîş di çarçoveya “Şerê Hybrid” (Şerê Têkel) de tên meşandin. Teorîsyenê vî şerî Frank Hoffman destnîşan dike ku Şerê Hybrid tevliheviya rêbazên konvansiyonel, ne-rêkûpêk û sîber e. Di vî şerî de sînorên di navbera “şer” û “aştiyê” de winda dibin. Janis Berzins jî destnîşan dike ku armanca sereke “ne dagirkirina axê, kontrolkirina hişê dijber e.” Loma çekên vî şerî ne gule ne; ew algorîtma, îftira û dezenformasyon in ku bi armanca rûxandina zihnî tên bikar anîn.
Yek ji çekên herî qirêj ên vê pêvajoyê, mekanîzmaya “vejandina hundirîn” e ku di psîkolojiya siyasî de wekî amûreke manîpulekirinê tê bikar anîn. Ev mekanîzma di cewherê xwe de neynikeke xapînok e; navendên ku bi dehan salan e di nava torên tarî û îstîxbaratî de winda bûne, gendelî û xiyanetên xwe yên hundirîn diavêjin ser hişmendiya kolektîf a civakê ya ku wekî qada bingehîn a afirandina rastî û wateyan tê dîtin. Bi vî awayî, ew dixwazin barê xwe yê wijdanî yê giran li ser milê yên hemberî xwe bar bikin û qada sîberê wisa bikin ku tê de rastî wekî derew, derew jî wekî rastiyê xuya bike.
Tîmên ku xwe wekî nivîskar, dîrokzan an rojnameger nîşan didin, gotinên Ocalan bi zanebûn ji çarçoveya wan a dîrokî qut dikin û bi manîpulekirineke mezin wekî “belgeyên gumanbar” pêşkêş dikin. Ew bi rêya artêşên bot û trolan krîzên plankirî diafirînin da ku di hişê ciwanan de valahiyekî baweriyê çêbikin. Ev endazyariya civakî hewl dide wê şoreşa zihnî ya nîv sedsalî, di nava mija dezenformasyonê de serobino bike.
Lê, li hemberî vî şerê asîmetrîk, teorîsyenê ziman û hiş George Lakoff bêje ku parastina herî xurt “avakirin û parastina çarçoveya ramanî” ye. Ango, heke tu xwedî paradîgmayeke saxlem bî, agahiyên derew nikarin têkevin nav pergala te ya ramanî. Li vir kelayeke parastinê ya herî xurt derdikeve pêş: Şoreşa Zihnî ya bi pêşengiya jinê. Bê guman, her kesê ku xwedî hişmendiya vê paradîgmayê ye û vîna xwe ya azad diparêze, di vê qadê de wekî “bêjinga rastiyê” tevdigere.
Ev parastina xwebûnî ya zihnî, ne tenê bi teknolojiyê, bi hêza bîra (hafize) me ya dîrokî pêkan e. Di vê “Bêjinga Rastiyê” de, ramanên me bi ronahiya Ahûramazda (aqilê pak) têne parzûnkirin, bi zanyariya kûr a Şahmaranê têne xurtkirin û bi vîna pîroz a Melekê Tawûs têne parastin. Gava silûyeta ramanên pêşeng dibe fenera rêya me, ne dezenformasyon û ne jî operasyonên şerê hybrid nikarin vîna me ya polîtîk bihejînin. Ev sembol, mertalên me yên rihanî ne ku êrîşên qirêj ên sîber û agahiyên derew dihelînin û wan vediguherînin ronahiya şoreşeke zihnî.
Di encamê de, divê baş bê zanîn ku ev suîqestên sîber, di rastiyê de nîşaneya herî mezin a serkeftina vê paradîgmayê ne. Ji ber ku dijberên şoreşê di qada fikir û ramanê de têk çûne, îro serî li algorîtmayên manîpulekirî û tîmên dezenformasyonê didin. Lê, hêza ku di hiş û dilê gel de bûye vîn, bi ti operasyonên dîjîtal nayê tinekirin û rastiya polîtîk dê her dem li ser derewên sîstematîk serbikeve.
Kaynak: Kurdi arşivleri – Nupel
