Ana SayfaJINLîstikvana Amedsporê: "Em ê serê xwe netewînin"

Lîstikvana Amedsporê: “Em ê serê xwe netewînin”

Di hefteya 17’emîn a Lîga Superê ya Futbola Jinan de Tîma Jinan a Amedsporê û Tîma Jinan Fenerbahçeyê li seha Amedsporê maç lîstin. Piştî maçê li dijî Amedsporê kampanya reşkirinê hat destpêkirin. Lîstika ku di 2’yê nîsanê de pêk hat encama lîstikê bi 1-1 bi dawî bû. Hakem 7 deqîqe maçê dirêj kir û pişt re ji bo Fenerbahçe biyara panaltiyê da. Ev bû sedema rageşiyê. Lîstikvanê jin ên Amedsporê bertek nîşanî biryarê dan û di navbera lîstikvanên her du tîman de şer derket. Di encama penaltiyê de lîstik bi 2-1’ê bi dawî bû. 

Amedsporê têkildarî bûyera qewimî daxuyanî dabû û gotibû: “Bi sorkirina kulubeya yedek bûyer mezin bû. Di navbera futbolvanan de bûyerên em pesend nakin derket û di encamê de 4 lîstikvanên me birîndar bûn. Lîstikvanên me rapora ku birîndar bûne girtin.” 

Piştî bûyerê li ser medya dîjîtal li dijî Amedsporê kampanya reşkirinê ango lînçkirinê hat destpêkirin. 

Serokê duyemîn ê Amedsporê Cahîp Akin, lîstikvana Amedsporê Sultan Demîr û Rêvegera Tîma Jinan a Amedsporê Guzîde Alçu êrişên li dijî tîma xwe nirxandin. 

HELWESTEK FAŞÎZAN HEYE 

Serokê Duyemîn ê Amesporê Cahît Akin diyar kir ku êrişa li dijî tîma wan pêk hatiye provaya pêvajoya pêşiya wan e û got: “Tevî ku em faliyetên sportîf birêve dibin jî lê em tu demê bi faliyetên sportîf nehatiye rojevê. Ya êrişî me dikin an jî ji ber em naşibin wan li dijî me kampanya reşbûnê didin destpêkirin. Her tim dixwazin tîma me û alîgirên me sûcdar bikin. Her tim îdraksaziyê diafirînin. Yek ji van jî çend roj berê hat serê me. Tîma me ‘terorîze’ dikin. Qey meriv dibêje li sehê maç nehatiye lîstin. Îdraksaziyek ku qey mervi dibêje her tim lêdanê xwarine afirandin. Mirov ji vê yeka wan şerm dike.” 

ÊRIŞ LI NASNAMEYA JINAN HAT KRIN 

Akin diyar kir ku bi destê Fenerbahçeyê êrişek faşîzane hat destpêkirin û got: “Nasnameya lîstikvana me ya eşkere kirin, teşhîr kirin û kirin armanca êrişê. Em ê têkoşîna vê ya qanûnî bidin. Em ê nehêlin ku lîstikvanên me bên reşkirn û rastî êrişan bên. Bi taybetî jî lîstikvanên me yên jin. A rast wan êriş kir hevalên me jin bûn. Bi nêzîkatiyek zayendperest li dijî nasnameya jinan êriş pêk anîn.”

‘FELSEFEYA AMEDSPORÊ DIYAR E’ 

Akin anî ziman ku demên berê jî gelek êriş û lînc li hemberî wan hatine kirin û wiha got: “Li Amedê kesek bi şaşîtî bikuxe jî tê terorîzekirin. Amedspor jî tîmek ku li gorî qanûn û rêziknameyên Federasyona  Futbolêy a Tirkiyê hatiye avakirin. Em êtêkoşîna xwe ya sportîf dewam bikin. Tişta ku me eleqedar dike gelê me û alîgirên me ne. Ez ji bo ku ji ruhê faşîst ê Fenerbahçey3e re xizmet bikin, ne li vir im. Amedspor bi rêgez û felsefeya xwe heye. Em ji bo vê xizmet dikin.” 

‘KALEVANA WAN ME HEDEF NÎŞAN DA’ 

Lîstikvan Sultan Demîr ku bi lîncê re rûbirû ma jî destnîşan kir ku mîna di maçên berê de di vê maçê de jî bi tundiya devkî û fizîkî re rûbirû mane û wiha got: “Listik yek yek ma. Pişt re rageşî zêde bû. Top çû tacê. Di wê kêliyê de lîstikvanek tîma hemberî me bi porê hevala me kaş kir. Min jî vê yekê dît û mudaxile kir û min xwest hevala xwe xelas bikim. Di vê kêliyê de lîstikvanên wan yedek hemû bi hev re êrişî min kir. Di wê kêliyê de çêrên zayendî li min kirin. Kalevana wan Ezgî Çaglar her kesî hedef nîşan da û derdora xwe sor kir. Min tundiyê nekiriye, wan tundî li min kir, li min dan. Lê medya alîgir meseleyê bi aliyê xwe ve kişand. Lê tiştek wiha tune ye. Me li mala xwe mazûvaniyek baş li wan kir. Tu pirsgirêk tune bû lê heta ku deqîqeyên zêde hatin dayîn û di vê kêliyê de diyar bû ku wê rageşî derkeve. Çimkî mayîna beramberiya   me tehamûl nekirin.” 

‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’ 

Demîr anî ziman ku ew her tim bi êrişên wiha re rûbirû dimînin û got: “Lê em ê ji van re serî netewînin. Ev 13 sal in ez li Amedsporê dileyizîm û ez ê bileyizîm. Ez tîmek din nafikirim. Em natirsin. Tu tengezarya me jî nîne. Heta ku Amedspor hebe em ê jî hebin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.” 

‘EM BI SULTANÊ RE NE’ 

Rêvebera Tîma Jinan a Amedsporê Guzîde Alçu jî destnîşan kir ku tişta qewimî ye nayê qebûlkirin û tiştên di medya dîjîtal de li dijî wan hatiye kirin wan gelek xemgîn kiriye û got: “Em hemû Sultan Demîr in û em bi Sultanê re ne. Em wek Amedsporê û gelê Amedê bi Sultanê re ne û piştevanên mezin jî em in.” 

MA / Eylem Akdag 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights