Ana SayfaGIŞTÎFERMANDARÊ AMERÎKAYÎ: YPG NE TEHDÎDEK E

FERMANDARÊ AMERÎKAYÎ: YPG NE TEHDÎDEK E

Fermandarê Amerîkayî, Townsendî eşkere kir ku kurd jî dê beşdarî operasyona Reqayê bibin.

Fermandarê operasyonên hevbeş, Stephent Townsendî eşkere kir ku şervanên kurd jî dê beşdarî operasyona Reqqayê bibin.

Townsendî bi rûya telekonferansê bersiva pirsên nûçegihanên li Pentagonê da. Wî got ew ti delîlan nabîne ku YPGyê ji bo Tirkiyeyê wek tehdît nîşan bide.

“Li Reqqayê kurd jî hene”

“Ez li bendê me ku kurd jî beşdarî Operasyona Reqqayê bibin. Rastî ew e ku li Reqqayê kurd jî hene.

“Ez texmîn nakim ew kesên beşdarî operasyonê dibin bikarin rêjeya kurd û tirkomanan biguherin.

“Hêzên Sûriyeya Demokratîk hêj bi temamî dora Reqqayê negirtiye.

YPG

“Ez bi YPGyê re axivîm wan piştrast kir ku ew ji bo Tirkiyeyê ne tehdîdin.

“Ya rastî ew dixwazin hevkariyeka baş bi Tirkiyeyê re bikin.(YY/MB)

Çavkanî: Dengê Amerîkayê 

 

BİAnet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights