Di sibeha cejnê de bawermendên Êzîdî çûn serdana tirbên cangorîyan li gundê Ehrezê, li wir qewl û nîyazên olî hatin xwendin.
Dayîka Êzîdî Henanê Nasiro bi hesret lê bi dilekî tijî hez rê û resmên berê yên cejnê bi bîr tîne, ku ev çend sal in li derbiderbûnê jê mahrûm mane.
“Di roja cejnê de gerek em çûbana ber mezargehên xwe, di civatên mezin de ligel camêran rûniştibana, me xwarina eyedê çêkirba û jibo sêwî û sêfîlan alîkarî bidaya, lê îro em koçber in, dijman em ji warê me dûr xistine.”
Dayîka Henan dibêje ew aştî û aramîyê jibo her kesî dixwaze. “Ez hêvî dikim ku her kes bighe mafê xwe, qeza û bela di ser me re darbaz be û miletê me dîsa li hev kom be.”
Cejna Êzî weke cejna rojîyê jî tê zanîn, ku dikeve Înîya yekê ji meha Berfanbarê li gor salnameya rojhilatî.
Endamê Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê Mustefa Nebo dibêje ku berî cejnê, 3 rojan di nava 3 hefteyên pey hev de, jibo Şêşemis, Xwedan û Êzî rojî tên girtin û roja çarê dikin cejn.
“Cejna Êzî bi xwezayê ve girêdayî ye, ku piştî vê cejnê dewra gerdûnê dizîvire, şev kin dibin û roj dirêj dibin”.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ev sala 5ê ye Êzîdîyên Efrînî dûr ji gund û mezargehên xwe eydê pîroz dikin.
Li gor raportên hiqûqî binpêkirin û zêdegavî li dijî Êzîdîyan û pîrozîyên wan li Efrînê didomin. Komên çekdar yên bi ser Tirkîyê, ola Îsalmê li Êzîdîyên mayî ferz dikin, mizgeftan li gundên wan ava dikin û mezargehên wan yên pîroz dirûxînin.
Hêjayî gotinê ye ku li herêma Efrînê 23 gund û civatên Êzîdî hene, ji dema destdanîna Tirkîyê ser Efrînê sala 2018an, civaka Êzîdî weke piranîya gelê herêmê derbiderbûn e.
VOA