Ana SayfaJINLi Tirkîyê ji Destpêka Salê Heta Niha 310 Jin Hatine Kuştin

Li Tirkîyê ji Destpêka Salê Heta Niha 310 Jin Hatine Kuştin

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) di raporta meha Mijdarê de radigihîne ku di vê mehê de 30 jin hatine kuştin.

“13 ji wan jinan ji alîyê hevjînên xwe ve, 1 jin ji alîyê hevjînê xwe yê berê, 4 jin ji alîyê evîndarên xwe, 3 jin ji alîyê xizmên xwe, 1 jin ji alîyê birayê xwe û 2 jin jî ji alîyê nasên xwe ve hatine kuştin. Û piranîya wan kuştinan li nav malên wan jinan pêk hatine.”

KCDP dide zanîn ku piştî ku Tirkîyê ji Peymana Stenbolê vekişî, kuştin û tundîya ser jinan zêdebûneke berbiçav çêbûye.

Parêzer Îlke Işik, ku li ser destdirêjî û kuştina jinan lêkolîn dike, xema xwe dîyar dike û dibêje ku kuştin û tundîya ser jinan êdî li Tîrkîyê bûye tiştekî normal.

Işik li ser sedemên wan kuştinan yên warê derûnî û hiqûqî de lêkolînan dike û wan kuştinan bi sîyaseta Tirkîyê ve girêdide.

“Tundî û kuştina jinan êdî li vî welatî rastîyeke tirsnak e û ew kuştin zêdetir dibin. Di bingeha van kuştin û tundîyê ser jinan de bikaranîna sîyaseta desthilatîyê cîhekî mezin digire. Çend roj berê li nav kolanên Enqerê em rastî tundîya ser jînan hatin. Bi rastî, desthilata sîyasî wan yan nabîne yan jî qet naxwaze eleqeder bibe.”

Işik bal dikşîne ser rewşa jinên Kurd û dibêje ku ew sê car, çar car pirtir rastî tundîyê tên jiber ku ew nikarin zimanê xwe bi kar bînin.

“Li Tirkîyê bi tevahî jin di ibn zordarîyê de ne, lê jinên Kurd jiber hin cûdakarîyan bêtir zordarî dibînin. Em dizanin ku jiber Kurdbûna xwe ew jin rastî destdirêjîya û gelek astengîyan hatine. Li girtîgehan em wê rewşê baş dibînin ku ew rastî gelek neheqîyan tên.”

Sazîyên sîvîl her çiqas di tundî û kuştina ser jînan de zêdebûnekê dîyar bikin jî, Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkîyê Derya Yanik dibêje di kuştin û tundîyê de kêmbûn çêbûye.

Yanik radigîhîne ku di nav 10 mehên sala 2022’yan de 225 jin hatine kuştin, lê di 2021’an de ew hejmar 309 û kuştina jinan % 7 kêmtir bûye.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights