Ana SayfaGIŞTÎENDAMÊ PARLEMENTOYA KURDISTANÊ HEDDAD: ‘DIVÊ IRAQ TAZMÎNATÊN HELEBCEYIYAN BIDE’

ENDAMÊ PARLEMENTOYA KURDISTANÊ HEDDAD: ‘DIVÊ IRAQ TAZMÎNATÊN HELEBCEYIYAN BIDE’

29 sal di ser kimyabarana Helebceyê re bihûrî lê hêj gelê herêmê birînên xwe bi awayekî baş derman nekirine. Endamê Parlementoya Kurdistanê û Mamosteyê Zanîngeha Selahaddînê Dr. Beşîr Heddad diyar dike ku li gel gelek pirsgirêkan pirsgirêka dîtina awareyên Helebceyê hêj pirsgirêkeke mezin e.

Ayşegul Ozmen / sputniknews

Helebce… Bîrîna kûr a di dilê gelê kurd. Berî 29 salan wek îro hêzên Sedam Hisênê Serokê Dewleta Iraqê bi gaza kimyewî êrişî gelê Helebceya ku li ser sînorê Îran û Herêma Kurdistanê ye kir. Di dema êrişa kimyewî de qîz, xort, jin, mêr û zarok jî di nav de zêdetirî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û 10 hezar kes jî birîndar bûn. Li gel ku 29 sal derbas bûne jî, birînên madî û manewî yên êrişa ku di çarçoveya operasyona el Enfalê de hatibû kirin de hîn jî nehatine dermankirin.

Di salvegera komkujiyê de Mamosteyê Zanîngeha Selahaddînê û Endamê Parlementoya Herêma Kurdistanê Dr. Beşir Heddad li ser rewşa dawî ya Helebceyê û pirsgirêkên heyî de hin daxuyanî dan Sputnik Kurdistanê.

‘DIVÊ HIKÛMETA IRAQÊ TEZMÎNATA MADÎ BIDE GELÊ HEBECEYÊ’

Dr. Heddad di serê axifina xwe de behsa berpirsyarên hikûmetên Iraq û Kurdistanê û welatên ewrûpî dike. Dr Heddad dibêje hikûmeta Iraqê kimyabaran Helebceyê wekî komkujî qebûl kir lê divê tazmîna madî û manewî jî bide gelê Helebceyê.

Lewra dema ku tazminat bê dayîn wê berê pêdiviyên gel ên ku ji ber kimyabaranê zirar dîtine bê peydakirin. Piştre jî wê xizmetguzariyên bajarvaniyê yên wekî çêkirina kuçe, kolan, park û bexçeyên bajêr bêne kirin daku dîmenên bajêr hinekî baş bibin.

‘BERPIRSYARIYA EXLAQÎ YA WELATÊN CÎHANÊ HEYE’

Ji aliyê din ve Dr. Heddad behsa berpirsyariyên exlaqî yên welatên cîhanê û bêhtir jî Almanyaya ku alîkariya gaza kimyewî da hikûmeta Seddam Hisên kir û got, divê ew berpirsyariyên xwe bînin cih da ku ev kêşe bê çareserkirin û birînên gel bêne dermankirin.

‘DIVÊ HELEBCE BIBE SEMBOLA AŞTIYÊ Û ŞERNEXWAZIYÊ’

Di dirêjahiya axaftina xwe Dr. Heddad amaje dike ku divê Iraq, Herêma Kurdistanê û welatên Ewrûpî berpirsiyaryên xwe yên li hember gelê Helebceyê bînin cih û bikin ku Helebce bibe sembola aştiyê û şernexwaziyê.

‘DIVÊ BÊHTIR XIZMETA HELEBCEYÊ BÊ KIRIN’

Mamosteya Zanîngeha Selahaddînê Dr. Beşîr Heddad di dirêjahiya axaftina xwe de amaje dike ku alîkariya Helebceyê hate kirin lê ne di asta pêwîst de. Heddad destnîşan dike ku ji ber keraseta mezin a ku li Helebceyê qewimiye, divê ji Silêmanî, Duhok û Hewlêrê  bêhtir alîkariyarî ji bo Helebceyê bihata kirin.

‘DIVÊ WINDAHIYÊN HELEBCEYÊ BÊN DÎTIN’

Di dawiya axaftinê de Dr. Heddad bo çareseriya keraseta Helebceyê behsa hin pêwîstiyan dike ku dibêje pirsgirêka sereke pirsgirêka bajarvaniyê ye û divê Helebce demildest derkeve asta bajêr û dibêje: ‘Jin û zarokên ku di dema kimyabaranê de li welatên wekî Îran û Tirkiyeyê belav bûbûn niha mezin bûne û kes nizane bê rewşa wan çi ye, sax an mirî ne? Divê lêkolîn bê kirin da ku wan bigihînin xizmên wan.’

http://rojnameyanewroz2.com/29-sal-bi-ser-kimyabarana-helebce-re-derbas-dibin-9743.html

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights