Ana SayfaGIŞTÎEmîne Şenyaşar banga 9'ê Adarê kir

Emîne Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir

Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz bi ser dikana malbata Şenyaşar der girtibûn û hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar kuştibnûn. Li dijî vê zilma li hemberî wan Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza edlaetê dest bi nobetê kirin. Nobeta malbata Şenyaşar di roja 363’yan de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar, nobeta xwe ya îro li ber deriyê têketina Edliyeya Rihayê dan destpêkirin.  

Emîne Şenyaşar, di nobetê de axivî û diyar kir ku saleke di bin zilmê de Nobeta Edaletê didomînin û û qala zehmetî û astengiyên ku ji wan hatine derxistin kir. Şenyaşar, banga xwedîderketina nobeta wan ku dê di 9’ê Adarê de saleka wê biqede kir û ev tişt got: “Em ne tenê ji bo xwe daxwaza edaletê dikin. Saleke em ji bo herkesê daxwaza edaletê dikin. Salek çêbû, ez ê heta salekê jî li vir bim. Heta ku kurê min bê berdan ez ê ji vir veneqet im. Kurê min li girtîgehê ye ez jî li vir im, kujer jî ji xwe re digerin. Ev çi edalet e? çawa edalet e? Bila herkes di 9’ê adarê de bê bi me re edaletê bixwaze.”

HEQ HIQÛQ EDALET

Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî dîtbariya ku ji bo 9’ê adarê amade kiriye bi vê peyamê parve kir: “Dayika ku saleke li ber deriyê Edlieya Rihayê radiweste, roja ku bigihîje edaletê em ê karibin bibêjin ku hiqûq hatiye welat. heq, hiqûq û edalet.”

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights