Ana SayfaJIN“EM FEDERALIYÊ DIXWAZIN Û MIJAR JI ASTANAYÊ MEZINTIR E!”

“EM FEDERALIYÊ DIXWAZIN Û MIJAR JI ASTANAYÊ MEZINTIR E!”

Çend aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bersiva daxuyaniya Serokê şandeya hikûmeta Sûriyê Beşar Ceiferî ya li Astanayê derbarê federaliyê de dan û ragihandin: “Ji bo kurdan ti tiştek di civînên Astanayê de bîne û em gotinên Ceiferî jî red dikin.”

Bi armanca vedîtina çareseriyekê bo kirîza Sûriyê, di navbera rojên 23 û 24ê vê mehê de şandeyên her du aliyên dijbere û hikûmeta Sûriyê bi serpireştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê, li Astana ya paytexta Kazaxistanê civiyan.

Civînên Astanayê îro bi dawî hatin û encamnameyek piştî civînnan jî îro li ser birêveçûna hevdîtinên navbera dijbere û hikûmeta Sûriyê hat belavkirin.

Her îro Serokê şandeya hikûmeta Sûriyê di civînên Astanayê de, Beşar Ceiferî di bersiva pirseke Rûdawê de, behsa mijara federaliyê li Sûriyê kir û ragihand, ku sîstema federaliyê li Sûriyê nayê cîbicîkirin û bi gotina wî, piraniya kurdên li Sûriyê jî daxwaza federaliyê nakin.

Ceiferî herwiha cardin behsa heban kir û got, yên ku daxwaza federaliyê dikin, ji hebên Panadolê girantir, hebên Advil heye.

Li hember wan gotinên Ceiferî, çend aliyên Rojavayê Kurdistanê bertek nîşan dan.

PDK-S: Daxuyaniya Astana tiştekî xirab e

Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S), Mistefa Cume ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Beşar Ceiferî weke dîplomatekî ji xwe re yariyan dike. Em weke kurdên Sûriyê li ser daxwaza federaliyê rijd in û weke Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî tekeziyê li ser dikin.”

Mistefa Cume got: “Ewa ku çê dibe, ne di cihê xwe de ye û Rûsya û Tirkiye û Îran, li gel mana rejîma Sûriyê ne. Daxuyaniya Astanayê tiştekî xirab e û tenê daxwaza agirbestê û hinek alîkariyên mirovî dike. Eger Cinêv-3 jî weke Cinêv-1 be, egera wê yekê heye ku tiştek ji bo kurd jî hebe.”

Yekîtiya Jinên Kurd: Ti rewatiya rejîma Sûriyê nemaye

Seroka Yekîtiya Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Celîle Hisên di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Rejîma Sûriyê ti rewatiya wê nemaye, ku Beşar Ceiferî bêje, kurd li Sûriyê hene yan daxwaza federaliyê dikin an nakin, belku em weke kurd daxwaza federaliyê dikin, çimku em hene û em li ser xaka xwe ne.”

Celîle Hisên got: “Em daxwaz ji civaka navdewletî dikin, bi daxwazên kurdan re bin, her weke ku kurd bi destê wan hatin dabeşkirin, pêwîst e hizir bikin û mafên kurdan bidin.”

Partiya Pêşkevtinxwaza Kurd li Sûriyê: Federalî ji bo tevhiya Sûriyê pêwîst e

Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Pêşkevtinxwaza Kurd li Sûriyê, Ehmed Silêman jî li ser vê mijarê daxuyanî da Rûdawê û got, federalî ji bo tevahiya Sûriyê pêwîst e û ew yek bi qazanca kurdan dibe.

Ehmed Silêmanî herwiha diyar kir: “Lê belê rejîma Sûriyê û dijbereyê, ti nêrîn li ser federaliyê nînin û nêzîkî wê jî nabin, da ku kurd negihîje mafên xwe.”

Silêman da zanîn: “Ji destpêkê ve xelkê Sûriyêewqas bi civînên Astanayê ne hêvîdar bûn, çimku mijar gelek ji Astanayê mezintir e.”

Dr. Kemal Sîdo: Ellûş hêzeke kurdî bi terorîst bi nav dike

Berpirsê Rojhilata Navîn di Rêxistina Gelên Geflêkirî de, Kemal Sîdo di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Beşar Ceiferî mirovek e ku cihê baweriyê nîne, çimku zilamê rejîmê ye û gotinên wî ti caran nabin pîwan. Federalî ji bo Sûriyê pêwîst e, nek ji bo kurd, belku bo sunnî, elewî û pêkhateyên din jî, lê belê Îtilafa Niştîmanî û Tirkiye û rejîma Sûriyê li dijî federaliyê ne.”

Derbarê civînên Astanayê de jî, Kemal Sîdû destnîşan kir: “Divê mirov li ser wan civînan xembar bibe. Kesekî weke Ellûş li Astana, hêzeke kurdî ya weke YPGê ku li dijî DAIŞê şer dike, bi terorîst bi nav dike û kurdên me jî li wê derê bêdeng in.”

Sîdo herwiha got: “Civînên Astanayê, eger aştî pê re were, pêngaveke baş e, çimku gelên kurd û yên Sûriyê ji şer bêzar bûne.”

Nûrî Birîmo: Beşar Ceiferî nûnerê rejîmekî xwinmij e

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S), Nûrî Birîmo jî li ser daxuyaniya îro ya nûnerê Sûriyê di hevdîtinên Astanayê de ji Rûdawê re axivî.

Nûrî Birîmo ragihand: “Beşar Ceiferî direwîntirîn mirovê ser erdê ye. Ew nûnerê rejîmekî xwînmij e. Ew rejîm, tiştek nemaye ku bi serê Kurdan neanîbe, he rji ber wê Ceiferî tenê nûneratiya rejîma xwe dike û em jî daxwaza fedraliyê bo Rojavayê Kurdistanê dikin.”

Birîmo li ser birêveçûna civînên Astanayê jî nêrîna xwe wiha anî ziman:

“Civîna Astanayê ne ji bo kurd û ne jî ji bo ereb ên Sûriyê ti tiştek bi xwe re nahîne, belku tenê bo rawestandina şer e. Lê belê mixabin di wan rojên dawiyê de şer zêdetir bûye. Civîna Astanayê ji bilî qazanca bo Rûsya, Îran û Tirkiyê, ti qazanceke wê bo gelê Sûriyê tine ye, çimku şer nehatiye rawestandin û Astana jî nikare wî şerî yekalî bike.”

Partiya Çep: Em xwediyê projeya xwe ya federaliyê ne

Endamê Serkirdatiya Partiya Çep a Kurd Fethullah Hisênî jî di daxuyaniyekê de ragihand: “Ti giringiya gotinên Beşar Ceiferî ji me re nîne. Ev daxuyaniyên wisa, em bi giring wernagirin û em xwediyê projeya xwe ne, ku ev jî federalî ye.”

Hisênî herwiha tekez kir: “Ne Beşar Ceiferî û ne jî rejîma Sûriyê nikarin rê li pêşiya pêşveçûnên me bigirin. Em li benda rejîma Sûriyê nasekinin, heta ku îtîrafê bi me bike, belku îradeya me, îradeya milletê me yê li Rojavayê Kurdistanê ye.”

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights