Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊDozgerî xwestiye ku Aysel Tûglûka girtî, “bê girtin”

Dozgerî xwestiye ku Aysel Tûglûka girtî, “bê girtin”

Serdozgerê Komarî yê Enqereyê Cemalettîn Şîmşek, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, Fermandariya Giştî ya Cendermeyan, Wezareta Dadê û Şêwirmendiya MÎTê li dijî biryara tehliyekirina siyasetmedara girtî ya nexweş, Aysel Tûglûkê derketine.

Hefteya borî, dadgehê di Doza Kobaniyê de biryar dabû ku Aysel Tûglûk tehliye bibe. Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, Fermandariya Giştî ya Cendermeyan, Wezareta Dadê û Şêwirmendiya MÎTê di doza Kobaniyê de gilîkar in.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, saziyên navborî serî li Dadgeha 22yê ya Cezayê Giran a Enqereyê dane û xwestine biryara tehliyekirina Tûglûkê betal bibe.

Dozgerî di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku Tûglûk ne endama Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye lê “tweetên ku piştgiriya twetten sûc hatine qebûl kiriye weşandiye û bi vê re bûye şirîka çalakiyên endamên LRNyê, ji ber wê jî bûye berpirsiyara bûyerên qewimîne.”

Dozgerî îdia kiriye ku Tûglûkê ji sala 2013ê û vir ve “bi daxuyaniyên xwe piştgiriya rêxistinê kiriye” û gotiye her çend bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” girtî be jî, ev girtina wê ji ber ku endama Kongreya Civaka Demokratîk e pêk hatiye.

Ji bo siyasetmedara girtî daxwaza zeftkirina wê kiriye

Dozgerî her îdia kiriye ku gûmana sûckirinê li ser wê heye û ev jî xwe distpêre bûyerên berbiçav û xwestiye itiraza li dijî biryara tehliyekirina Tûglûkê kiriye qebûl bike û biryara zeftkirina wê kiriye.

Aysel Tûglûk li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlehiya wê Bilind a Hejmara 1ê ya Kandirayê girtî ye û ji ber ku di dozeke din de ceza lê hatiye birîn, ew tehliye nekirine.

Dadgeha 22yê ya Cezayê Giran a Enqereyê îtirazên hatine kirin dicih de netîtiye û yek bi yek red kiriye. Her weha ji bo derbarê îtirazan de biryarekê bide, dosye şandiye Dadgeha 22yê ya Cezayê Giran a Enqereyê.

Çi bûbû?

Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.

Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.

17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.

Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.

Derbarê Aysel Tûglûkê de?

Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.

Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû. (AS/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights