Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊTenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê

Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê

Rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerê kurd Mûsa Anter ku ji bo beşdarî Mîhrîcana Çand û Hunerê bibe hatibû Amedê, di 20’ê îlona sala 1992’yan de hate qetilkirin. Ji bo demborîna Doza Mûsa Anter tenê 3 meh man. Doza Mûsa Anter bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û ya Ayten Ozturk ku di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ê bi nasnav “Yeşîl” hatibû qetilkirin re kirin yek û bi vê yekê re heke gotin di cih de be xwestin doz bikeve ber demborînê. 

Heta salên 2000’î jî derheqê qetilkirina Anter de û ji bo tespîtkirina berpirsyarên cînayetê lêpirsîneke baş nehate kirin. Li ser vê yekê jî malbata Anter di 22’yê sibata sala 2000’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê jî di sala 2007’an de biryar da û got; “Hem di hêla madî ve û hem jî ji hêla usûlê ve mafê jiyanê hatiye binpêkirin.” Her wiha DMME’yê di biryara xwe de tespît kir ku delîlên weke “Rapora Susurlukê” ya Meclisê ya di sala 1998’an de ku piştî bûyerê derket holê û raste rast girêdayî qetilkirina Anter bûn, ji hêla rayedaran ve nehatine bikaranîn. 

ÎTÎRAFÊN AYGAN 

Piştî biryara DMME’yê, Serdozgeriya Komarê ya bi Rayeya Taybet a Amedê îtirafên yek ji tetîkkêşên JÎTEM’ê yên berê Abdulkdarî Aygan weke “îxbar” qebûl kir û lêpirsîn 17 sal piştî cînayetê dîsa da destpêkirin. Di axaftineke xwe de Aygan li xwe mikûr hat ku qetilkirina Anter ji hêla kadroyên pêşeng ên JÎTEM’ê ve hatiye plankirin. Li ser vê yekê jî derheqê îtîrafkarên PKK’ê Cemîl Işik, Alî Ozansoy, Abdulkadîr Aygan, Hamît Yildirim û Mahmût Yildirim ê bi nasnavê “Yeşîl” de biryara girtinê hate dayîn. Demekî kin mabû ku dema 20 salan a sepanê bikeve ber demborînê ku Hamît Yildirim di 29’ê hezîrana sala 2012’an de hate girtin. Di sala 2013’an de jî derheqê Hamît Yildirim, Mahmût Yildirim, Abdulkadîr Aygan û mîralayê teqawid Savaş Gevrekçî de bi sûcdariya “bi zanebûn kuştin û teşwîqkirina gel a ji bo serhildana çekdarî” doz hate vekirin. 

DOZ VEGUHESTIN ENQEREYÊ 

Demekî kin piştî vekirina dozê, di sala 2015’an de bi hinceta “ewlehiyê” doz veguhestin Enqereyê. Doza Anter bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê ku ji ber windakirinên bi darê zorê û înfazên derhiqûqî yên di salên 90’î de ji hêla JÎTEM’ê ve li bajarên kurdan hatine kirin hatibû vekirin re kirin yek doz. Doza derheqê Ayten Ozturk de ku di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ê bi nasnav “Yeşîl” hatibû qetilkirin di sala 2019’an de hate vekirin û bi Doza Mûsa Anter û Doza Sereke ya JÎTEM’ê re kirin yek doz. Parêzerê malbata Anter, Selîm Okçuoglû ji bo ku Doza Mûsa Anter ji dozên din were cudakirin gelek caran serlêdan kir lê belê 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi hinceta “Hêjta îfadeyên bersûc Abdulkadîr Aygan û Cemîl Işik nehatine girtin” ev serlêdan red kir. 

HAMÎT YILDIRIM HATE BERDAN 

Ji sala 2016’an heta niha jî doz li Enqereyê tê dîtin. Bersûc Hamît Yildirim di danişîna sala 2017’an de bi hinceta “dema wî ya girtî xelas bûye” hate berdan. Li gel ku demekî kin ma ye ku doz bikeve ber demborînê, bi israr nehiştin kêmaniyên di dema teqîbatê de derketin holê bên temamkirin. Dadgehê di sala 2018’an de ji Wezareta Edaletê re nivîs nivîsand ku yek ji bersûcan Abdulkadîr Aygan ku endamê JÎTEM’ê bû û li Swêdê dijî parastina xwe bi nivîskî bike lê belê wezaretê ev yek paşguh kir û bersiv neda dadgehê. Dema ku danişîna dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dihat dîtin, serokê dadgehê agahî û belgeyên li dosyayê hatine zêdekirin dixwend û wiha got: “Wezareta Edaletê ji bo daxwaza me ya bidestxistina agahî û belgeyên derheqê kuştina îtîrafkarê PKK’ê Cemîl Işik ê bi nasnav ‘Hogir’ ên pêwendiyên derveyî welat de tu bersiv nedan.” 

JI BO DEMBORÎNÊ 3 MEH MAN 

Serokê dadgehê diyar kir ku tevdîra kontrola edlî ya derheqê bersûc Hamît Yildirim de berdewam dike û Wezareta Edaletê jî ji bo îfadeya derveyî welat a Abdulkadîr Aygan (Azîz Turan) tu bersiv nedayîne. Her wiha serokê dadgehê diyar kir ku ji bo girtina bersûc Abdulkadîr Aygan, Mahmût Yildirim, Muhsîn Gul û Mehmet Zahît Karadenîz ji Wezareta Edaletê re muzekkere hatiye nivîsandin lê hêj bersivek nehatiye dayîn. Dadgehê di vê danişînê de biryara xwe ya navberê da û wiha got: “Ji bo parastina Abdulkadîr Aygan dê ji Wezareta Edaletê re nivîs were nivîsandin, ji bo ku derheqê kuştina Cemîl Işik de bi derveyî welat re pêwendî bên danîn ji Wezareta Edaletê re nivîs hatibû şandin û dê li benda bersiva wê bê sekinandin û daxwaza ji bo rakirina tevdîra kontrola edlî ya bersûc Hamît Yildirim hatiye redkirin.” Dadgehê, danişîna dozê taloqî 20’ê hezîranê kir. Bi vê yekê re ji bo ku doz ber demborînê bikeve, tenê 3 meh man. Dema ku doz kete ber demborînê, dê di meha îlonê de êdî bi dawî bibe. 

‘GIRÎNG E KU AYGAN WERE DADGEHÊ’ 

Kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter derheqê dozê de axivî û wiha ev tişt anî ziman: “Gelek girîng e ku Abdulkadîr Aygan beşdarî danişînê bibe. Doza bavê min bi sala ye didome û hincek caran pêşketinên erênî jî çêbûn lê belê niha bi demborînê re rû bi rû ye. Di sala 1995’an de ji bo dozê ji Swêdê vegeriyam û wê demê dosyaya xemrî hebû. Di wê dosyayê de rûpeleke A-4’ê hebû. Me da ser şopa wê rûpelê û her tişt derxist holê. Lê belê di halê hazir de dixwazin bi hinceta demborînê her tiştî binixûmînin. Bi ronîkirina dozê re dê rêxistinekle cînayetê ya 40 salan derkeve holê. Heke ev cînayet ronî bibe, dê berpirsyarên gelek komkujiyan û hûrgiliyên wan derkevin holê. Dê ceza bixwin. Heke berpirsyarên cînayeta bavê min derkevin holê dê 40 tevna cînayetên 40 salan aşkera bibe. Heke doz bikeve ber demborînê, wê demê dê ev rêxistina cînayetê xwe biveşêre.” 

‘FIKARA ME ŞÊNBER BÛ’ 

Herî dawî jî Anter ev tişt anî ziman: “DMME’yê ji ber vê dozê Tirkiye mehkûm kir. Tetîkkêş Hamît Yildirim di sala 2012’an de hate girtin. Wî jî gelek tişt negotin. 5 salan di hefsê de ma û hate berdan. Bi tevlikirina wî re doz 10 salan dirêj bû. Geşedanên girîngtir çêbûn. Mehmet Eymûr di danişînê de ji bo Orhan Mîroglu got; ‘Me ew weke Tayfûn dizanî.’ Gumanên me hebûn ku Mîroglu di nava vî karî de ye lê piştî vê îfadeyê êdî fikarên me şênber bûn. Di esasê xwe de faîl diyar in. Eymûr ji bo ku hîn bibe kî di nava vî karî de heye, arşîva MÎT’ê nîşan da. Lê belê kesekî ev yek nekir. Dê doz di 20’ê îlona 2022’yan de ber demborînê bikeve. Ji bo ku nekeve ber demborînê, çi ji destê me were em ê bikin. Em ê neçar bimînin ku serî li Dadgeha Bilind û DMME’yê bidin. Em ê têkoşîna xwe hem li vir û hem jî li Ewropayê bidomînin. Banga min ew e ku hemû kes beşdarî 35’emîn danişîna dozê bibe ku dê di 20’ê hezîranê de li  Edliyeya Enqereyê bê dîtin. Heke Abdulkadîr Aygan beşdarî danişînê bibe, dê rewşa dozê biguhere.” 

MA/Fethî Balaman 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights