Ana SayfaSIYASETPervîn Bûldan: Doza Kobanê dikeve

Pervîn Bûldan: Doza Kobanê dikeve

Danişîna 13’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.   

Beriya ku danişîn dest pê bike Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hewldana 78’an, Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyik, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hatîce Goz, Endamê Lijneya Navendî ya Partiya Tevgera Karkeran (EHP) Sanem Denîz Kûral, endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Sendîkaya Xebatkarên Ofîsê (BES),  Alîkarên Serokê Giştî yên Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan û Rustem Karaman, endamên Konseya Navendî ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) û Partiya Şoreşger, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK), Meclîsa Partiyê (PM), rêxistinên Konya û Enqereyê yên HDP’ê û parlamenterên HDP’ê li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê li hev civiyan. 

‘TÊ XWESTIN SIYASETA KURD BÊ TESFIYEKIRIN’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li vir axaftinek kir û bi kurtasî ev tişt gotin: 

“Bi doznameyeke ku bi hincetên siyasî hatiye amadekirin aktorên girîng ên dîroka siyasî ya kurd tên darizandin. Em serdemeke wiha dijîn. Her hevalê me yê tê darizandin ji bo demokrasî, aştî, wekhevî û azadiya welat têdikoşe. Kesên welat bi rê ve dibin, di serî de neyartiya kurdan dikin û ji bo tesfîyekirina kurdan a ji qada siyasetê dozên kompasê yên bi vî rengî danîne pêşiya xwe. Em dizanin ku ev dozname li ser daxwaza Serokkomar û Serokê Giştî yê MHP’ê li qesrê hatiye amadekirin. Hevalên yek bi yek derdixin holê ku çiqas vala ye. Hevalên me hewl dan hem serokkomar hem jî daraza vî welatî bidarizînin. Em baş dizanin ku kesên welat bi rê ve dibin, ji bo girtina HDP’ê wê têkiliya vê dozê bi Doza Girtina HDP’ê ve girê bidin.  

EV DOZ KET WÊ BIKEVE

Ji bo ku li ser paldankê xwe bimînin û desthilata xwe bidomînin Doza Kobanê ji xwe re kirin amûr. Lê divê ez vê jî bibêjim; ji roja ku ev darizandin dest pê kiriye ve her hevalê me zihniyeta rêveberiya welat û neyartiya li jin û kurdan didarizîne. Rexmî ku hevalên me rastiyan yek bi yek derdixin holê jî ev ji aliyê dadgehê ve nayên qebûlkirin. Em tev jî dizanin ku darizandineke adîl pêk nayê. Lewre ji qesrê ferman tê girtin. Di vê pêvajoya darizandina ne adîl de heta dawiyê em ê jî dozê bişopînin û lê xwedî derkevin. Ji ber ku doza kompasê destê wan girêdaye serî li kompasên nû didin. Bi pêla duyemîn de hevalên me yên cuda binçav kirin û pêvajoyeke nû ya girtinê dan destpêkirin. Lê ev vala ne. Ev doz ket, wê bikeve. Encama vê dozê divê bibe dengê tevgera siyasî, daraz, edalet û wijdana Tirkiyeyê.”

Piştî Bûldan nûnerên EMEP, EHP, TKP û TOP’ê jî axivîn û nêrînên xwe yên derbarê doza Kobanê de parve kirin û peyamên berxwedan û têkoşînê dan. 

Piştî axaftinan nûnerên partî, rêxistin û sendîkayan derbasî eywana danişînê bûn. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights