Ana SayfaKURDISTANDMMEYÊ BIRYARA XWE YA DERBARÊ JÊRZEMÎNÊN CIZÎRÊ DE AŞKERE KIRIYE

DMMEYÊ BIRYARA XWE YA DERBARÊ JÊRZEMÎNÊN CIZÎRÊ DE AŞKERE KIRIYE

DMMEyê derbarê serlêdana Orhan Tûnçî de biryara xwe aşkere kiriye ku di operasyonên dema qedexeya derketine derve ya li Cizîrê de hatibû kuştin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara xwe ya dosyeyeke derbarê operasyon û biryara qedexeya derketina derve ya li Cizîra Şirnexê de aşkere kiriye. Operasyon û biryara qedexeyê sê sal berê hatibû standin û di encama operasyonê de 189 cizirî hatibûn kuştin.

Dadgehê îro derbarê dosyaya Orhan Tûnçî de bû ku Tûnç piştî birîndar bûbû xwe spartibû jêrzemînekê û li vir miribû. DMMEyê bi hinceta ku pêvajoya hiqûqî ya navxweyî temam nebûye, serlêdan qebûl nekiriye.

DMMEyê di biryara xwe de diyar kiriye ku “şert û mercên taybet ên dozê û demê hene”, lê digel vê jî gotiye ku “Ji bo temamkirina pêvajoya Dadgeha Destûrî nabe istisna”.

Parêzer Benan Molûyê nirxand

Benan Molû yek ji parêzerên ku doz dişopand ji bianetê re got: “Dadgeh di biryara xwe de bi awayekî vekirî dibêje ku lêpirsîneke bi bandor ji bo kuştina Orhan Tûnçî nehatiye meşandin û pêvajoya doza îdorî ne pêvajoyeke bi bandor e.”

Molûyê got ku ji bo binpêkirinên mafan ên di dema qedexeya derketina derve yên li Cizîrê de pêvajoya hiqûqî hina temam nebûye.

Molû bibîr xist ku hîna li ber destê Dadgeha Destûrî du dosyayên derbarê Orhan Tûnçî de hene. Yek jê di sala 2016ê ya din jî di sala 2017ê de çûye ber destê Dadgeha Destûrî.

Orhan Tûnç yek ji wan 189 kesan bû ku di jêrzemînên Cizîrê de miribûn. Birayê wî Mehmet Tûnçî serî li DMMEyê dabû. Ramazan Demîr parêzerê Baroya Stenbolê nûnertiya wan kir. Mehmet Tûnç li ser navê birayê xwe Orhan Tûnçî serî lê dabû. Her weha Ahmet Tûnç bavê Orhan Tûnçî û hevkara wî Guler Yerbasanê jî serîlêdaneke din kiribûn.

Li ber destê DMMEyê 36 dosyayên derbarê qedexeyan de heye

11ê Sibata 2016ê, Orhan Tûnç jî di nav de ji bo 20 kesan serî li DMMEyê hatibû dayîn.

Niha bi heman armancê 30 dozên ku li DMMEyê hatine vekirin berdewam dikin.

Li Cizîrê çi bûbû?

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê hîn dema qedexeyên derketina derve berdewam dikir, Efkan Ala, Wezîrê Navxweyî 11ê Sibata 2016ê aşkere kir ku Cizîrê operasyonên dorpêçkirinê bi dawî bûne. Lê qedexeyên li Cizîrê 2yê Adara 2016ê hate aşkerekirin ku wê di saetên êvarê de berdewam bikin. Heta 2yê Adarê ketin û derketina nava bajêr hate qedexekirin. 

Piştî li taxên Cûdî û Sûrê yên Cizîrê qedexe bi dawî bû, 25 jê yê zarokan, cesedê 177 kesan hatin derxistin ku piraniya wan di nava xirbeyên 3 avahiyan de bûn. Nasnameya 103 kesan hate diyarkirin lê 74 kes bêyî ku nasnameyên wan bên diyarkirin, hatin binaxkirin. Hat diyarkirin ku 189 kes mirine. (HK/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights