Ana SayfaCÎHANNY: Dinya bi krîza xida, enerjiyê û aboriyê re rû bi rû...

NY: Dinya bi krîza xida, enerjiyê û aboriyê re rû bi rû ye

NY li ser encama şerê Rûsya û Ûkraynayê bê çi bandorê li ser xida, enerjî û aboriyê kiriye, raporekî belav kir. Li gor raporê li 94 welatan 1,6 mîlyar kes bi bandora şerê Rûsya û Ûkraynayê nikare serî bi bihayê petrol û xidayê re derê. Guterres li ser mijarê, li navenda NY ji rojnamevanan re weha got:

“Bandora şer, li ser ewlehiya xadayê, enerjî û fînansê bi sîstematîk, bi şiddet û bilez dewam dike. Şer, birçîbûn û sefaletekî wisa afirandiye ku bi xwe re kaosa civakî û aborî tîne. Ez hişyariyê didim tenmamê dinyayê ku 3 krîzên herî ciddî hatine ber derî.

Ti welatekî nikare ji bin bandora krîzê derê. Ji bo bihayê xida û petrola dinyayê bişkênin, ji bo îstîqrarê bînin bazara enerjiyê û xidayê, divê em hûbûbatên Ûkraynayê û gubra Rûsyayê bixin bazara dinyayê. Divê hûbûbatên Ûkraynayê di ser Derya reş de bi astengî bên îxrackirin.”

NY her weha ragihand ku temamê dinyayê di 18 mehên pêşiya me de, wê bi xelayê re rû bi rû bimîne.

Peyama Kurd

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights