Ana SayfaGIŞTÎDİCLE BELEDİYE BAŞKANI AYGÖREN’E KINAMA

DİCLE BELEDİYE BAŞKANI AYGÖREN’E KINAMA

Kürdistani İttifak Çalışması, ittifak prensiplerine aykırı davrandığını belirttiği Dicle Belediye Başkanı Felat Aygören’i kınadı. 

Kürdistani İttifak Çalışması, Diyarbakır’ın Dicle Belediyesi Başkanı Felat Aygören’in ittifak prensiplerine aykırı uygulamalarına ilişkin yazılı açıklama yaptı. Aygören’in yerel seçimler öncesi, farklı parti ve hareketlerden oluşturulan Kürdistani Seçim İttifakı’nın Halkların Demokratik Partisi (HDP) çatısı altında seçimlere girdiği hatırlatılan açıklamada, seçim sonrası Aygören’in ittifak prensiplerine aykırı uygulamalar sergilemeye başladığı, önce HDP’den istifa ettiği, sonra da ittifakın gereği olarak görev yapan kadın Başkan Yardımcısı Yasemin Üçer’i görevden aldığı belirtildi.

‘İTTİFAK PRENSİPLERİNE AYKIRI’

Üçer’in hukuksuz bir şekilde görevden alındığı ifade edilen açıklamada, Kürt halkının kazanımlarına yönelik hukuksuzluklara bir yenisinin eklendiğine vurgu yapıldı. Aygören’in hem Kürdistani Seçim İttifakı hukukunu ve partisi PDK-Bakur’un aidiyetini hem de görevden alınan Üçer’in partisi ve aynı zamanda Seçim İttifakı’nın çatı partisi HDP’yi hiçe sayan tavırlar sergilediği belirtilen açıklamada, “Dicle Belediye Başkanı olarak Aygören’in ilk yanlışı, kendi partisinin bile onayını almadan HDP’den istifa etmesiydi, bu fevri davranışını, kadın başkan yardımcısını görevden alarak devam ettirdi. İttifakın prensiplerine aykırı olan icraatlarını asla kabul etmediğimizi ve bu yaklaşımı kınadığımızı başta Dicle halkı olmak üzere tüm halkımıza duyuruyoruz” denildi. 

ULUSAL BİRLİK MESAJI 

Aygören’in ittifak prensiplerine aykırı uygulamalarının ulusal birlik çalışmalarını etkilemeyeceğinin altı çizilen açıklamada, “Yaşadığımız olumlu ve olumsuzluklardan çıkaracağımız derslerle ulusal birlik yolunda çalışmalarımızı sürdürmede de kararlı olduğumuzu belirtir ve ulusal birliğe taktik değil, stratejik bakışla ve ayrı partiler olmaktan kaynaklı farklılıklarımız üzerinden çalışmalarımız sürecektir” vurgusu yapıldı.

***

Xebata Tifaqê ya Kurdistanî, ji ber kiryarên Şaredarê Pîranê Felat Aygoren ên li dijî rêgezên tifaqê ew şermezar kir.

Xebata Tifaqê ya Kurdistanî, ji ber kiryarên Şaredarê navçeya Pîranê ya Amedê Felat Aygoren ên li dijî rêgezên tifaqê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Tifaqê, bibîrxist ku berî hilbijartina herêmî ya 29’ê Adara 2019’an, ji aliyê partî û tevgerên cuda Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan hat  avakirin û di bin banê HDP’ê de, kete hilbijartinên herêmî û wiha got: “Ji endamên tifaqê yên ku şaredariyan bi dest xistin yek ji wan jî navçeya Pîran a girêdayî Amedê bû. Piştî serkeftina tifaqê ya di hilbijartinan de Felat Aygoren ku hatibû hilbijartin, mixabin piştî hilbijartinan li dijî rêgezên Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan tevgeriya. Pêşî ji HDP’ê îstîfa kir û niha jî cîgirê hevşaredar Yasemîn Ûçer ku li gorî tifaqê peywir girtibû, bi nivîsa ‘pêwîstî bi qedroya alîkarê şaredariyê nîne’ di 31’ê Mijdara 2020’an de ew ji peywirê girt. Aygoren, bê hincet û bi kêfkarî bi nivîsa ‘pêwîstî bi qedroya alîkarê serokatî nîne’ cîgira hevşaredar a jin ji peywir girtiye û bi feraseta ‘min kir, bû û çû’ di salên dawî de li hember destkeftiyên gelê me bêhuquqiyek e nû li ser zêde kiriye.”

‘KIRYARÊN WÎ LI DIJÎ RÊGEZÊN TIFAQÊ NE’

Tifaqê, di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt got: “Yasemîn Ûçer ku ji aliyê Aygoren ve ji peywir hat girtin, bi hev re di 29’ê Adar 2019’an de di bin banê HDP’ê de wek namzetên  Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan ketibûn hilbijartinan û bi ser ketibûn. Aygoren, bi vê tevgera xwe ya bê hiqûqî, him hiqûqa Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan, him xwemaliya partiya xwe ya PDK-Bakûr, him jî partiya Ûçer HDP’ê, ku di heman demê de banê tifaqa hilbijartinê ye tune dihesibîne. Yekem xeletiya Şaredarê Pîranê ya Aygoren ev bû ku, bêyî destûra partiya xwe îstîfakirina ji HDP’ê bû. Bi vê tevgera xwe ya fevrî bi dûrxistina cîgira hevşaredar ya jin berdewam kir. Di serî de gelê Pîranê û hemû gelê xwe em agahdar dikin ku kiryarên wî yên li dijî rêgezên tifaqê em dê nepejirînin û em vê ferasetê şermezar dikin.”

‘WÊ XEBATÊN ME BIDOMIN’

Tifaqê, daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev gavên xelet ên ku vîna gel tune dihesibîne û li hember hiqûqa yekîtiyê ye, dê tu car bandorek e neyînî li ser xebatên me yên yekîtiya netewî neke û di rêya yekîtiya netewî de bi tecrûbeyên xwe em dê xebatên xwe bi biryar bimeşînin. Xebatên me yên yekîtiya netewî  ji ber ku em partiyên cuda ne, ne bi taqtîk dê bi cudahiyên me û bi nêrîna stratejîk berdewam bikin.”

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights