Ana SayfaKURDISTANDI NAV DAIŞ Ê DE ÇEND KURDÊN BAŞÛRÎ HENE?

DI NAV DAIŞ Ê DE ÇEND KURDÊN BAŞÛRÎ HENE?

Di nav refên rêxistina DAIŞê de 50 çekdarên kurd ên ji Başûrê Kurdistanê mane.

Li gorî daneyên Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ji Başûrê Kurdistanê ji sala 2013ê heya nîva sala 2015ê, ji Herêma Kurdistanê 500 kes xort tevlî rêxistina DAIŞê bûne.

Ji Başûrê Kurdistanê herî zêde di sala 2014an de kurd tevlî DAIŞê bûne.

Li gor agahiyan hatine bidestxistin, ji kurdên başûrî yê tevlî DAIŞê bûne zêdetirî 270 kes hatine kuştin, zêdetirî 150 kesî radestî pêşmerge bûne û 50 kes hêj di nav DAIŞê de ne. Herwiha 30 çekdarên başûrî jî ji aliyê rêxistinê ve hatine înfazkirin.

Çend çekdarên di nav refên DAIŞê de yen li bajarê Reqaya Sûriyê ku peywendiyan wan bi malbatan wan re hebû lê niha agahiyê ji wan nayên wergirtin û çarnûsa wan jî nediayr e.

Hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê rêyên DAIŞê girtine û operayonan li hemebrî şaneyên nehenî yên rêxistinê pêk tînin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights